Wezîrê Dade Sadullah Ergîn aşkere kir ku, di nav salên 2003-2012 de li girtîgehan hezar 621 girtiyan jiyana xwe dest da û got hêjmara girtiyên nexweşiya pençêşerê 49’e.
Wezîrê Dade Sadullah Ergîn bersiva pêşniyaznameya pirsê ya ji aliye Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ve derheqê girtiyên li girtîgehan jiyana xwe dest dan, bersivand. Ergîn da zanîn ku, di nav salên 2003-2012'an de hezar û 621 girtiyan jiyana xwe dest dan û ji bo 682 bûyerên mirinê bi tevahî derheqê 728 personelan de lepirsîna adlî û îdarî hatiye vekirin. Ergîn bilêv kir ku, 544 personelên rasta lêpirsînê hatiye vekirin doz venebûn.
Ji 24 gulanê 2012 pê ve 57 girtiyên nexweşê pençêreşê serbest hatin berdan. Wezîrê Dade îdîa kir ku, ji van girtiyên jiyana xwe dest dan 252 girtî bi ecelê xwe mirin, 31 girtiya întîhar kir 1 girtiyek jî hate kuştin.