Di dema AKP’ê de 1677 girtî jiyana xwe ji dest dan

Di dema AKP’ê de 1677 girtî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên dewleta Tirk, di 10 salên serdema desthilatiya hikûmeta AKP’ê de 1677 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.

Di bersiva Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn da pêşniyarpirsa Parlementerê CHP’ê Gurkut Acar de hat ragihandin ku di 10 salan de 1677 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.

Di bersivê de hat gotin ku 52 ji van girtiyan dei sala 2012 de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî bersiva Ergîn, di sala 2011 de 268 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî herî zêde girtiyan di vê sale de jiyana xwe ji dest dan.

Ergîn diyar kir ku niha di girtîgehan de 98 girtiyên ku her tim pêwîstiya wan bi lênêrînê heye, hene û bi giştî 204 girtiyên nexweş hene.

Li gorî salan, hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest dane:

2002....89

2003...163

2004.....54

2005.....59

2006.....157

2007......176

2008......211

2009......196

2010.......252

2011.......268

2012......52