Di dadgeha leşkerî de parastina kurdî

Di dadgeha leşkerî de parastina kurdî

Alî Fîkrî Işik ku ji ber neçûye leşkeriyê û di Qişlaya Şukru Paşa ya Edîrneyê de derkete dadgehê reda wijdanê bi kurdî aşkere kir. Daxwaza Işik ya ku dixwest bi kurdî parastina xwe bike ji hêla dadgehê ve nehate pejirandin.

Nivîskarê Rojnameya Tarafê Alî Fîkrî Işik ku bi hinceta ji sala 1982'an ve neçûye leşkeriyê di 9'ê hezîranê de li Amedê hatibû binçavkirin û di Girtîgeha Leşkerî ya Edîrne de ye, derkete dadgehê. Işik derket dadgeha leşkerî ya di Qişlaya Şukru Paşa ya Edîrneyê, reda wijdaniyê aşkere kir. Işik pirsên ji hêla serokê dadgehê ve dihate pirsîn bi zimanê Kurdî bersiv dida. Axaftina Işik di girtînameyan de, "Bi zimanekî nayê zanîn axivî" hate qeydkirin.

Li ser îtîraza parêzerên Işik "Parêzerê wî bi Kurdî îfade daye beyan kir" hate guherandin. Ji parêzerên Işik Hanîfî Bariş diyar kir ku, parastina bi Kurdî û daxwazên tahliyeyê ji hêla dadgehê ve hate redkirin. Bariş da zanîn ku, Işik reda xwe ya wijdanî bi Kurdî aşkere kir. Axaftina Işik ya bi Kurdî di danîşînê de hate kirin ji hêla parêzeran ve dihate werger kirin, daxwazên tercûmaniyê ya parêzeran û girtina tercûmanê din jî ji hêla dadgehê ve nehate pejirandin."

Danîşîn taloqê 10'ê îlonê hate kirin.