Di cenazeyê leşkerê bi navê Nîhat Bakirê Kurd yê ku dema Çorlûyê leşkerî dikir û 27 roj mabû ku leşkeriya wî biqede mirî hatibû dîtin. Bertek nîşanî hikumet û dewletê kirin. Welatiyên ku beşdarî cenaze bûn, diyar kirin ku Bakir ji ber ku Kurd bû hatiye kuştin û wiha gotin: "Em dê zarokên xwe neşînin leşkeriyê, ew kujerên hovin."
Cenazeyê leşkerê uKrd yê ji Agiriyê Nîhat Bakirê ku 27 roj mabû dê tezkere ji yekîneya xwe ya li Navçeya Çorlûyê ya Tekîrdagê bigirta, li eraziyê mirî hatibû dîtin. Li Narlidereya Îzmîrê hate veşartin. Bakirê ku bi guleyê ji serê xwe hatibû kuştin, piştî otopsiya li Stenbolê bi riya hewayê anîn Îzmîrê. Cenaze pêşî birin ber mala malbatê ya ku li Taxa 2'emîn Înonuyê ye û pişt re jî birin Mizgefta Navendê. Di cenazeyê de balkêş bû ku tu peywirdarên leşkeriyê cih negirtibû. Dema cenaze anîn mizgeftê kesên ji malbatê kirin qêrîn û fîgan.
Dayîka Baki, kurê xwe hembêz kirin û demên hestiyar derketin pêş. Di nimêja cenaze de welatiyan dirûşmeyên "Dewleta Qatil zarokên me dikujin, hov zarokên kurdan li leşkeriyê dikujin", "Em dê zarokên xwe neşînin leşkeriyê" û "Ew qatilên hovin" û bertek nîşan dan. Di merasima cenaze de bavê Bakir bi zor li ser piyan rawestiya û birayê wî ji ser hişê xwe çû. Piştî wecîbeyên olî bi sedan welatiyan cenaze birin Goristana Yukari Narlidere.
Dema cenazeyê Bakir birin ser gorê destûr dan ku dayik û xwişka bakir li cenaze binerin. Dema dayika Bakir li ruyê kurê xwe nerî kir qêrîn û hawar. Hate dîtin ku di hundirê darbestê de xwîn bibû gol. Pişt re cenazeyê Bakir di nava hêsirên çavan û zimêran de hate definkirin. Bav Rifat Bakir, anî ziman ku gule ji pişt ve li başsiqulîka wî ketiye û kurê wî hatiye qetilkirin. Bav Bakir anî ziman ku wan serlêdana sûc kiriye û dê pêşiya vê yekê bernedin.