Di çalakiya li Munîhê de 2 kes hatin binçavkirin
Di çalakiya li Munîhê de 2 kes hatin binçavkirin
Di çalakiya li Munîhê de 2 kes hatin binçavkirin

Di çalakiya protestokirina DAIŞ’ê ya li bajarê Munîhê yê Elmanyayê pêk hat de, endamê Meclîsa Şaredariya Munîhê Çetîn Oraner û ciwanek ji Başûrê Kurdistanê hatin binçavkirin.
Çalakiya ciwanên Kurd a li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li bajarê Elmanya Munîhê rastî provokasyona polîsên Elman hat.
Kurdistaniyên li paytexta Eyaleta Bavyera ya Elmanya Munîhê dijîn, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê çalakiyeke rûniştinê li dar xistin. Çalakiya Kurdan bi qasî sê saetan berdewam kir. Piştî girseyê xwest bimeşe, rastî astengiya polîsan hat. Di encama rageşiya çêbû de Endamê Meclîsa Şaredariya Munîhê Çetîn Oraner û ciwanek ji Başûrê Kurdistanê hatin binçavkirin.
Kesên beşdarî çalakiyê bûn li ber emniyetê dest bi çalakiyê kirin û dan diyarkirin ku heta kesên hatine binçavkirin serbest neyên berdan dê çalakiya wan bidome.

