Li gorî daneyên Wezareta Parastina Netewî di 2,5 salan de bigiştî 252 leşker di qişleyan de di dema erka xwe de jiyana xwe ji dest dane. Sedemê mirina 175’ê ji vana weke întîhar hate aşkera kirin.
Wezareta Parastina Netewî ku bersiva pêşniyarpirsa Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane da, aşkera kir ku, ji sala 2010’an û vi r ve 252 leşker di qişleyan de mirine. Sedemê mirina yê sereke weke întîhar diyar kir. Li gorî daneyên wezaretê 2,5 salan de 175 leşkeran întîhar kir. 30 leşker jî di encama qezayên çekan de mirin.
Di nava sedemên mirinên leşkeran yên din jî weke, lêdana brûskê, qezaya wesayîtan, ketin, lihevketin û ceyran girtin cih digirin.
Di bersiva 27’ê Nîsana 2012’an de dayî pêşniyar pirsa Parlementerê CHP’ê Agbaba diyarkiribû ku, di navbera salên 2002-2012’an de yanî di nava 10 salan de 1470 personelan jiyana xwe jidest daye, ji vana 934’an jî întîhar kiriye.