Di 10 mehan de 1975 serlêdanên binpêkirina mafan
Di 10 mehan de 1975 serlêdanên binpêkirina mafan li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a meclîsa Tirk hate kirin. Hezar û 317 ji van serlêdanan ji girtîgehan hat.
Di 10 mehan de 1975 serlêdanên binpêkirina mafan li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a meclîsa Tirk hate kirin. Hezar û 317 ji van serlêdanan ji girtîgehan hat.
Hejmara serlêdanên di sala 2023’an de ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê (ÎHÎK) hatine kirin diyar bû. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş bibersivîne, di 5’ê cotmehê de pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclîsê.
Li şûna Kurtulmuş, Serokwekîlê Meclîsê Bekir Bozdag bersiva pirsan da.
Di bersivê de hat destnîşankirin ku di navbera 1’ê çileyê û 18’ê cotmehê de bi giştî hezar û 975 serlêdan ji bo ÎHÎK’ê hatine kirin û ji van serlêdanan hezar û 317 jê derheqê girtîgehan de ne.
Li gorî daneyên têkildarî mijarên serlêdanan; 43 serlêdan nehatin girtin, 258 jê tekildarî helwest û kirariyên keyfî, 122 jê têkildarî başkirina mercên fîzîkî, 103 jê têkildarî miameleya xerab, 155 jê têkildarî pirsgirêkên di dema neqilkirinê, 166 jê jî têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê ne.
Li gorî daneyan; 6 jê têkildarî êşkenceyê, 181 têkildarî nerazîbûnên li dijî biryarên darazê, 12 jê ji bo taloqkirina ceza û 49 jê jî ji bo tehliyekirina bişert hatine kirin.
