Dewleta Tirk hewl dide sîstema tecrîdê belav û mayinde bike
Hikumeta Tirk dixwaze bi rêya girtîgehên tîpa nû sîstema tecrîdê belav û mayinde bike.
Hikumeta Tirk dixwaze bi rêya girtîgehên tîpa nû sîstema tecrîdê belav û mayinde bike.
Girtîgehên bi Tîpa Y ku heta niha 13 heb hatine vekirin, bûne qadeke welê ku tecrîda mutleq tê ferzkirin, girtî li hucreyên yek kesî têne hiştin, rojane tenê saet û nîvekê hewayê distînin û mafên wan têne desteserkirin.
Komîteya Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) beriya çend rojan raporek weşand û girtîgehên bi Tîpa Y bi vî rengî pênase kir: "Girtîgehên bi Tîpa Y, S û bi Ewlekariya Bilind, modeleke welê ya girtîgehê ye ku tecrîd hîn bêhtir lê hatiye girankirin."
Endamê Desteya Rêveber a ÇHD'ê Naîm Emînoglû anî ziman ku ji girtiyên siyasî yên li van girtîgehên nû têne bicihkirin tê gotin, "Hûn di statuya mehkûmên xetere de ne" û diyar kir, delwetê ji ber ku daxwaza xwe ya li ser girtîgehên bi Tîpa F bi dest nexist, derbasî van girtîgehan bû û h ewl dide li vê derê tecrîda mutleq serwer bike. Emînoglû got, "Sîstema girtîgeha jîlet a li Ewropayê, li Emerîkayê li ser Tirkiyeyê, li ser girtîgehên siyasî tê bicihanîn. Bêguman ji sala 2000'î û vir ve pêkanîna tecrîdê dewam dike. Nav timî têne guhertin, lê belê polîtîkaya bingehîn heman e. Di Tîpên F de hin tişt hebûn ku hatibûn şikandin. Mîna mafê sohbetê hin destketî hebûn. Êdî ketine nava kiryareke welê ku ev maf jî bi temamî ji holê rakirine.
25 JÊ MODELA NÛ NE
Li Tirkiyeyê niha nêzî 25 girtîgehên bi vî rengî hene. 7 Tîpên Y ku her yek ji wan ji bo 300 kesî ye, nêzî 10 heb jî Tîpa S hene. Tîpên S ji bo 500 kesî ne. Bi kurtasî hejmara mehkûmên niha têne ragirtin nêzî 10 hezar kesî ye. Ev tê wê wateyê ku 10 hezar mirov li hucreyên yek kesî de têne ragirtin, têne tecrîdkirin."
JI BO BIRÎNA REHÊN ŞOREŞGERÎ
Emînoglû diyar kir ku dewlet xwedî fikra 'Em mirovan bi rengekî fîzîkî li hucreyan bi cih bikin û fikrê wan biguherînin' tevdigere, vê yekê jî li Tirkiyeyê ji bo birîna rehên şoreşger û sosyalîst dike û got, "Ev yek di heman demê de mikurhatina 'Em bi Tîpên F bi ser neketin, Tîpên F êdî têra me nakin' bû. Ji ber ku di Tîpa F de bi ser neketin neçar man derbasî sîstemeke nû bibin. Ev yek di heman demê de nîşaneya herî mezin a wê yekê ye ku li Tirkiyeyê hîn jî kevneşopiya çep, sosyalîst a şoreşger neqediya ye, li girtîgehan nekarîn biqedînin."