Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû

Endamên Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bûn. 29 kes di MYK’ê de cih digirin û ji sedî 50 MYK’ê berê guherî.

Partiya Demokratîk a Gelan piştî kongreya xwe ya mezin a 5’emîn civîna Meclîsa Partiyê ya ewilî li avahiya xwe pêvek a li Balgata Enqereyê li dar xist. Civîn bi serokatiya Hevserokê HDP‘ê Mîthat Sancar hat lidarxistin û endamên meclîsê tev li bûn. Di civînê de Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê hat aşkerakirin. Her wiha HDP’ê di civînê de pêvajoya siyasî hat nirxand û plansaziya du mehên pêşiya me jî plansaziya xwe aşkera kir.

MYK’A JI 29 KESAN PÊK TÊ 

Endamên MYK’a HDP’ê yên serdama nû wiha ne: “Cîhan Aydin, Dersîm Dag, Nacî Sonmez, Omer Ocalan, Dogan Erbaş, Ozlem Gunduz, Ebrû Gunay, Pero Dundar, Elîf Bulut, Ridvan Tûran, Emîralî Turkmen, Samet Menguç, Feleknas Ûca, Serhat Eren, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sultan Ozcan, Hatîce Akdag, Şaziye Kose, Hişyar Ozsoy, Tayîp Temel, Îdil Ûgûrlû, Tulay Hatimogûlları, Mahfûz Guleryuz, Tuncer Bakirhan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Tûrgût Oker, Mûrat Çepnî, Tûrgût Çatar û Mûsa Piroglû.”

KESÊN NÛ KU DI MYK’Ê DE CIH DIGIRIN 

Kesên ku vê serdema nû di MYK’ê de cih digirin navên wan wiha ye: “Cîhan Aydin, Dersîm Dag, Omer Ocalan, Pero Dundar, Elîf Bulut, Ridvan Tûran, Emîralî Turkmen, Serhat Eren, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hatîce Akdag, Hişyar Ozsoy, Îdîl Ûgûrlû, Mehmet Ruştu Tiryakî, Tûrgût Oker û Mûrat Çepnî.”

YÊN KU SERDEMA DUYEM DIDOMÎNIN 

Navên ku di serdema duyemîn de endamtiya xwe ya MYK’ê didomînin jî wiha ye: “Nacî Sonmez Samet Menguç, Feleknas Ûca, Ebrû Gunay, Ozlem Gunduz, Dogan Erbaş, Sultan Ozcan, Şaziye Kose, Tayîp Temel, Tulay Hatîmogûlları, Tûrgût Çatar, Mûsa Pîroglû, Mahfûz Guleryuz ve Tûncer Bakirhan.”

Wezîfedariya di nava MYK’ê de dê sibê piştî civîna bê lidarxistin, diyar bibe.