Dermanxaneyên sehra ku ji roja destpêkê ya erdhejê û pê ve nêzî 4 hezar û 500 kedkarên dermanxaneyê lê xizmetê didin, ji ber ku bersiv ji pêwîstiyên wan ên malî re nayê dayin têne girtin.
Dermanxaneyên sehra bi dermanên ku dermanxen ji stokên xwe dişînin, yan jî ji sektora taybet û kesayet alîkariyê bi wan re dike, li ser piyan diman.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca karê ku kedkarên dermanxaneyê bi dilxwazî dikin weke xizmeteke wezaretê pêşkêş kir, ku kedkarên dermanxaneyê nerazîbûneke mezin nîşanî vê yekê dabûn. Kedkarên dermanxaneyan ên li sehra bi dilxwazî dixebitin meha Adarê daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku konê weke dermanxaneya sehra bi kar tînin wan bi pereyan ji Kizilayê kirîne û wezaretê ti piştgirî nedane wan.
Beşek ji kedkarên dermanxaneyê yên sehra ji ber dermanxaneyên li herêma erdhejê ji nû ve hatin çêkirin biryar dan ku xwe vekişînin, beşek jî ji ber ku wezaretê piştgiriyê nade wan ji nekarîn lêçûnên karê xwe bidin, lewma biryar dan ku bigirin.
Di du erdhejên mezin ên 6'ê Sibatê de 44 kedkarên dermanxaneyê jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar û 200 dermanxane jî xera bûn.