Derman nedan girtiyê nexweş
Girtiyê nexweş Aydin Kûrga ku li girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsayê tê girtin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta 'krîz heye' derman nedaye wî.
Girtiyê nexweş Aydin Kûrga ku li girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Manîsayê tê girtin, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta 'krîz heye' derman nedaye wî.
Girtiyê nexweş Aydin Kûrga ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dîl tê girtin, bi malbata xwe re hevdîtin kir û ji malbatê re got ku dermanên wî nedane. Aydin Kûrga bi nexweşiyên reflu, tansiyon û şekir e. Xwişka wî Eylem Kûrga ku pê re hevdîtin kir anî ziman ku rewşa birayê wî roj bi roj nebaş dibe.
Xwişk Kûrga got, "Nikrae baş bibîne, nikare baş biaxive. Got ku dermanên wî nedane. Bi rêveberiya girtîgehê re axiviye. Pirsî ye bê çima derman nedane. Gotin, 'li Tirkiyeyê krîz heye. Em nikarin tiştekî bikin'."
Kûrga ji parêzvanên mafên mirovan xwest ku li girtîgehê lêkolînan bikin û bang li raya giştî jî kir ku bala xwe li ser mijarê be.