Derewa Naîm Şahîn: HPG’ê cenazeyên xwe bi minîbûsan bir!

Derewa Naîm Şahîn: HPG’ê cenazeyên xwe bi minîbûsan bir!

Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, di daxuyaniya “sosret” a der barê pevçûnên duh li navçeya Çelê û Colemêrgê qewimîn de da û îdîa kir ku gerîlayan li Rindikê 10 cenze xistine hundirê minîbûsê bû birine.

Rayedarên Tirk piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Çelê dest bi dayîna daxuyaniyên sosret kirin. Hikûmeta Tirk a ku bi rojan e li hemberî çalakiyên gerîlayan ên li Şemizînan û Çelê mat maye, îdîa kir ku piştî pevçûna li Çelê 115 gerîla hatine kuştin.

Lê daxuyaniyek wisa sosret bû, weke daxuyaniya Tansû Çîllerê helîkopter ji Çiyayê Cûdî daxistibû.Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn îdîa kir ku di dema serdegirtinê de gerîlayan 10 cenazeyên xwe xistine hundirê minîbûsekê û ji cihê pevçûnê birine.

Piştî van gotinan bi taybet rojnameyên Milliyet û Sabahê dest bi sernûçeyên “PKK di panîkek mezin de ye” krin.

Her du rojnameyan jî nivîsandibû ku gundiyan cenazeyên 14 gerîlayan li bejahiya Rindikê dîtine û ji wir anîne qereqolê

HPG’ê jî ragihand ku di encama pevçûnên li bejahiya Rindikê û Çelê de 7 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

Naîm Şahîn di daxuyaniyê de got; “Êdî dema lêxistin û revînê qediya.”Lê bi rojan e şîrovevan dibêjin ku taktîka “lêxe-bireve” ya gerîlayan êdî bi dawî bûye.

Şahîn beriya niha jî beriya niha jî dabû diyarkirin ku di nava 34 ciwanên Kurd ên li Roboskiyê hatin qetilkirin de gerîla jî hebûn û bi vî awayî xwestibû komkujiyê rewa nîşan bide.