Piştî Parlementera BDP’ê Pervîn Bûldan, Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtaneyê jî derbarê êrîşa polîsan ya li dijî mitînga di 14’ê Tîrmehê li Amedê, derbarê Midûrê Polîsan yê Amedê, Waliyê Amedê û Wezîrê Navxweyî giliyê sûc kir.
Li gorî daxuyaniya li Navenda Giştî ya BDP’ê hate kirin, bi bîrxist ku Wekîla Qersê Mulkiye Bîrtane ji ber zêde bikaranîna bombeyên gaze û ava şit bêzar bûye. Bîrtane rakirine nexweşxaneyê û 10 rojan rapora bêhnvedanê daye Bîrtaneyê. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, parêzerê Bîrtaneyê li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê Midûrê Polîsan yê Amedê, Waliyê Amedê û Wezîrê Navxweyî giliyê sûc kir.
Parlementera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Bûldan ku di heman êrîşê de di encama bombeya gazê ya bi zanabûna avêtine wê ji lingê xwe birîndar bûyî, di 9’ê tebaxê de derbarê Midûrê Polîsan yê Amedê Mûstefa Yagmûr, Waliyê Amedê Mûstefa Toprak û Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn giliyê sûc kiribû.
Navenda Giştî ya BDP’ê beriya vê ragihandi bû ku, di roja 7’ê Tebaxê de partiya wan li navçeyên Serê Kanî û Wêranşarê şahî pêkanî bû û polîsan êrîşî gel kiribû derbarê wê de jî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê giliyê sûc kiribûn.
Şahiya ku di 7’ê tebaxê de ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Navçeya Wêranşarê ve hatibû li darxistin, di dema axaftina parlementer Nûrsel Aydogan de polîsên AKP’ê êrîşî gel kiribûn. Di heman rojê de şahiya ku li Serê Kaniyê ku Halîs Aksoy jî tevlî bibû gel rastî êrîşa polîsên AkP’ê hatibû. Di êrîşan de gelek kesên birîndarbûyîn rakiribûn nexweşxaneyan.