Der barê 6 jinên ku hêk avêtin Raîser de lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê 6 jinên ku hêk avêtin Raîser de lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê 6 jinên ku li Zanîngeha Karedenîz Teknîkê hêk avêtin Dîrektora Tikriyeyê ya Bankaya Cîhanê Martîn Raîser de lêpirsîn hate destpêkirin.

Li Zanîngeha Karedenîz Teknîkê (KTU) ya li Trabzonê ye di 28’ê hezîranê de bi hevkariya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî, Bankaya Cîhanê û TUSÎAD’ê panela bi navê Pişvebirin û Wekheviya Zayendî pêk hat. Di panelê de dîrektorê Tirkiyeyê yê Bankaya Cîhanê (DB) Martîn Raîser ji aliyê jinên endamên Malên Gel û Kolektîfa Jinan a zanîngehê rastî protestoya bi hêkan hat.

Di dema protestoyê de jin rastî şîdetê hatin û 6 jin hefteyekê di bin çavan de man. Serdozgeriya Komarê ya Trabzonê bi îdiya ku ‘Muxalefetê Qanûna Meşên Pêşendanên û Cîvînakirine’ lêpirsîn bo wan da destpêkirin.