Denîz Bradost û hevalên wî li Creîl hatin bibîranîn

Denîz Bradost û hevalên wî li Creîl hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Ekrem Aksoy (Denîz Bradost) ku bi du hevalên xwe re di sala 2010’an de hate qetilkirin, li bajarê Creîl hat bibîranîn.

Denîz Bradost ku li Qadên Parastina Medya bi du hevalên xwe Cemîl Atabay (Nevzat Erdal) û Îsmaîl Uzunbey re di encama komployekê de hatin qetilirin, hatin bibîranîn.

Hevsrokên KONGRA-GEL Remzî Kartal, Malbata Aksoy û malbatên gerîlayan tevli bîranînê bûn.

Birayê Ekrem Aksyo, Şerîf Aksoy, axivî û got: “Birayê min pir bê deng û mutevazî bû. Bi her kesî re hevaltî dikir. Em li hemberî biryara wî ya tevlibûna gerîla rêzdarin. Em dê şopdarê wî bin. Em serbilindin.”

Kartal jî got gelê kurd heta niha zilmên gelek mezin dîtine û got ciwanên kurd ji bo êşa wan ji holê rabikin derketine çiyan û got dê şopdarê wa bin. Kartal anî ziman ku dê li dijî van zilm û komkujiyan bê deng nemînin.