Demîrtaş: Pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi tesbîtên ên weke Agar tune

Demîrtaş: Pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi tesbîtên ên weke Agar tune

Hevserokê Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş nerazîbûnek tund nîşanî nûçeyên dibêjin kun Mehmet Agar der barê pirsgirêka Kurd de raporek amade dike. Demîrtaş got; “Pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi tesbîtên Mehmet Agar û yên weke wî tune ye.”

Mehmet Agar ê ku ji ber doza Sûsûrlûkê 5 sal cezayê girtîgehê wergirtiye û niha di girtîgehê de ye, ragihand ku ew der barê pirsgirêka Kurd de raporek amade dike. Şîroveya pêşî ya der barê mijarê de ji Demîrtaş hat. Demîrtaş di hesaba xwe ya Twitterê de got; “Rapora ku Mehmet Agar ji bo pirsgirêka Kurd amade bike, divê tenê ji hevokekê pêk bê û bêje: Ez ji dil û canê xwe lêborînê ji gelê Kurd dixwazim. Yên din çîrok in.”

Demîrtaş ji rojnameya Radîkalê re axivî û diyar kir ku kesê rayedar û berpisê bûyerên faîlî meçhul (kuştinên kiryar nediyar), şewitandina gundan, revandina mirovan, îşkenceyê Mehmet Agar e. Demîrtaş bal kişand ku heta niha Agar ji bo van sucên xwe yên berê hesabek biçûk jî nedaye. Demîrtaş destnîşan kir ku ger Agar bi rastî jî dixwaze feydeyekê bide çareseriya pirsgirêka Kurd, tişta ku divê bike ew e ku suc û sucdarên wê demê hemûyan aşkere bike, cihê gorrên wendahiyan nîşan bide, ji ber van bûyeran hemûyan ji gelên Kurd û Tirk lêborînê bixwaze.

Hevserokê BDP’ê Demîrtaş got; “Pêwîstiya pirsgirêka Kurd bi tesbîtên Mehmet Agar û yên weke wî tune ye. Niha asta tesbît û pênaseyan derbas bûye. Herî dawî ji bo çareseriyê jî aliyê Kurdan û dewletê bi hev re muzekere kirine. Ji ber wê jî kesên ku pirsgirêka Kurd di demên borî de ber bi rijandina xwînê ve dibirin, di roja îro de jî di bin berpirsyartî û gunehên mezin de ye.” Demîrtaş got ku îro ne Agar, lê zîhniyeta Agar li ser desthilatiyê ye.

Hevserokê BDP’ê wiha berdewam kir; “Ev yek tiştek psîkolojîk e, mîna vegera kujer ji bo cihê cinayetê ye. Berpirsên ewqas cinayetên pirsgirêka Kurd çawa teqawit dibin, poşmanî û jovaniya xwe nîşan didin. Em ji vê yekê bawer nakin. Lê ji bo kesên weke Mehmet Agar bi boriyê re rû bi rû bibin, divê beriya her tiştê îtîraf bikin, cih nîşan bidin, tetîkkêşan yek bi yek aşkere bikin, cihê wendahî û gorrên wan aşkere bikin. Ger dê tiştek bike bila vê yekê bike. An ne li girtîgeha 5 stêrk rûne û bixwaze rojevekê biafirîne, ev ne tiştek rast e.”