Demîrtaş: Parlementer Ayhan du caran spazma dil derbaz kiriye

Demîrtaş: Parlementer Ayhan du caran spazma dil derbaz kiriye

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku, Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Birêz Îbrahîm Ayhan dema sirgûnî girtîgeha Edeneyê kirine heqaret lê kirine. Demîrtaş da zanîn ku, Ayhan du caran spazma dil derbaz kiriye. Her wiha Demîrtaş anî ziman ku, wezaretekî ku îşkenceyê dike nabe navê Wezareta Edaletê be, bibe bibe navê wê wezîr û wezareta îşkenceyê.

Parlementerê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ku ji doza “KCK”ê di girtîgeha Tîpa E ya Rihayê de bû, di 20’ê Tîrmehê de bêy vîna Ayhan sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê hatibû kirin. Di derbarê vê sirgûnê de Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş di hesaba xwe ya Twîtterê de daxuyaniyek da û ragihand ku, dema Parlementer Birêz Îbrahîm Ayhan bi zorê neqlî girtîgeha Edeneyê kirin, rastî neheqiyan hatine.

Demîrtaş aşkera kir ku, Ayhan xistine hucreyekî yek kesî, sabûn, ventilator û pêwîstiyên şexsî nedanê û her wiha du caran jî spazma dil derbaz kiriye.

Demîrtaş destnîşan kir ku, di derbarê mijarê de li gel Wezareta Edaletê hevdîtin hatiye pêkanîn û daxwaz hatiye kirin ku, bilez dest ji vê îşkenceyê bê berdan. Her wiha şandeyekî ku ji parlementeran pêkhatî niha li girtîgehê ne. Dê serdan û vekolînê bikin.

Demîrtaş balkişand ser zilma AKP’ê û got; “Zilm û îşkenceya AKP’ê bêy ku ferqê bêxe navberê ji derve û li hundir didome. Ez AKP’ê û wezîr şermezar dikim.

Demîrtaş di hesaba xwe de li ser wezareta edaletê jî nivîsî û îfadeyek balkêş bikaranî û wiha got; “Wezaretekî ku bêy ku bêje ev parlementere îşkenceyê dike, nabe nave wê Wezareta Edaletê be, bibe bibe navê wezîr û wezareta îşkenceyê.”