KCD û BDP’ê amadekariyên ji bo mintînga ku dê sibê li Amedê bi dişûma “Ji bo Azadiya Berxwedana Demokratîk” li dar bixin, li Amedê didomînin. Heta niha gelek delegasyon ji bo beşdarî mitîngê bibin ji Ewropayê hatin Amedê. Rayedarên KCD û BDP’ê li bajêr dest bi serdanan kirin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş di serdana esnafan de axivî û ji bo beşdarbûna mirtînê bang li gelê Kurd kir. Demîrtaş diyar kir ku wana ji bo rakirina qedexeya mitîngê hevdîtinê pêk aniye û got; “Ev mitîngê bibe destwerdana pêvajoya ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin. Dê bibe destwerdana li hemberî polîtîkayên şer û polîtîkayên bêçareseriyê yên hikûmetê.”
Amadekariyên Mitînga “Ji bo Azadiyê Berxwedana Demokratîk” a ji aliyê KCD û BDP’ê ve tê lidarxistin, ber bi dawiyê ve diçin. Ji Ewropayê gelek delegasyon hatin Amedê. Di çarçoveya amadekariyên mirtîngê de tevî Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişana û Selahattîn Demîrtaş, parlementerên BDP’ê Sebahat Tuncel, Halil Aksoy, Mulkiye Birtane, Demir Çelik, Îbrahim Binici, Hevseroka BDP’ya Amedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr, komek qelebalix, li Semta Ofîsê çûn serdana esnafan.
Beriya Serdanê Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrşta li ber AZC Plazayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew bi ber qedandina amadekariyên mitîngê ne.
EM Ê MITÎNGEK BI COŞ LI DAR BIXIN
Demîrtaş diyar kir ku qedexeya ji aliyê Walitiya Amedê ve li ser mitînga wan hat dawnîn ne tiştek rast e û got; “Em hêvîdar û bawer in ku dê ev pirsgirêk di nava çend saetên pêşiya me de were çareserkirin. Hewldanên hevalên me yên di asta wezaretê de pêk hatin. Em li bendê ne ku ev yek encamekê werbigire. Bi rastî jî em dixwazin li Amedê mitîngeke bi coş li dar bixin. Niha tişta ji Walîtî û rayedarên gelemperiyê tê xwestin ew e ku bihêlin ev mitîng bi awayeke serbest û di nava azadiyê de pêk bê û ji bo vê yekê tedbîr bigirin. Ji bilî vê hemû tedbîr û qedexeyên din binpêkirina makeqanûnê û Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye. Em niha hemû amadekariyê xwe dikin û em ê sibê mitînga xwe li dar bixin.”
Demîrtaş, di diyar kir ew ê di serdana xwe de Amediyan vebixwînin mitîngê û got; “Ji ber ku ev mitîng dê bibe destwerdana pêvajoya ji aliyê hikûmetê ve tê birêvebirin. Dê bibe destwerdana li hemberî polîtîkayên şer û polîtîkayên bêçareseriyê yên hikûmetê. Ji ber wê jî em ê weke gel gotina xwe bêjin. Kesên naxwazin gotinên gel bibihîsin, naxwazin guhdar bikin, mitîngê qedexe dikin. Ev yek ne tiştek rast e. Li gel vê mitîngê em di wê baweriyê de ku divê êdî hikûmet di demek zû de gotûbêjên der barê azadiya Birêz Ocalan de bîne rojeva xwe. Ji ber ku ji bo çareseriyê ji bilî bi aşkereyî û zelalî gotubêjkirina vê mijarê tu tiştek din tune ye. Ev 30 sal in her tişt hatin ceribandin. Tişta diviyabû bihata kirin, hate kirin. Di dawiyê de hat zanîn evane hemû nabin çareserî. Divê êdî hemû rastî bi aşkereyî bên dîtin û bi aşkereyî bên gotûbêjkirin. Bila ev mitîng ji bo aşitiyê bibe wesîle. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku ji 7 heta 70 li Qada Îstasyonê bin.
Piştî daxuyaniyê, koma qelebalix a KCD û BDP’ê tevî komek qelebalix a çapemeniyê çûn serdana esnafên li ser Şeqama Ekîncîlerê. Esnaf û kesên li derdorê hevserokan bi dilxweşî pêşwazî kirin û gelek caran jî li çepikan xistin. Esnaf û welatiyên bajêr diyar kirin ku ew ê li hemberî hemû astengiyan beşdarî mitîngê bibin.