Demîrtaş: Bi çi rengî dibe bila bile dê mîtîng pêk bê

Demîrtaş: Bi çi rengî dibe bila bile dê mîtîng pêk bê

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê kesên dijberî wê tev digerin û difikirin tehamul nakin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê di xetek faşizan de dimeşe. Ev rastî li Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Divê biryara qedexeya mîtîngê bê betalkirin. Em bi hevî ne. Lê ger ku qedexe bidome jî çi dibe bila bibe dê bi rengekî mîtîng li Amedê pêk bê.

Serokê Giştî yê KESK'ê Lami Ozgen, Sekreterê Giştî yê KESK'ê Îsmaîl Hakki Tombul, Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî, Serokê Rêveberiya Giştî yê TMMOB'ê Mehmet Soganci, Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Bayazıt Îlhan, têkildarî zext û zordariyên li ser hevparên KESK'ê tên meşandin Navenda Giştî ya BDP'ê ziyaret kirin. Serokên Konfederasyon û sendîkayan li Navenda BDP'ê hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak ziyaret kirin. Parlementerê BDP'ê Nazmî Gur jî amade bû. Serokê Gişti yê KESK'ê Lamî Ozgen, anî ziman ku ji bo derbarê operasyona di 25'ê Hezîranê de li dijî hevparên KESK'ê pêk hat parve bikin BDP'ê ziyaret dikin û wiha got:

"Me bi gelek aliyan re operasyona li dijî me pêk hatiye parve kir. Em îro jî zext û zordariyên li ser me tên meşandin bi BDP'ê re parve dikin. Duh em bi Serokomar re hatin cem hev. Me got çawa dibe ku çalakî û daxuyaniyên der barê mafên sendîkayan de dibe sûc. Em bi kesên piştgiriyê didin me re di nava dan û stendina fikrê dene.

BANGA TEVLÎBÛNA YEKÎTIYÊ

Serokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, jî piştgiriya xwe anî ziman û got derbazî be. Demîrtaş anî ziman ku, ji destpêkê heta niha DÎSK, KESK û TTB bi hev re têkoşînê didin û wiha got: "Ev yekîtiya wan hêzê dide me jî. Ez bawer dikim hikûmet herî zêde ji yekîtiya sendîkayan ditirse. Hikûmeta AKP'ê herî zêde hêzên muxalif tehamul nake. Hikûmeta AKP'ê di xetek faşizan de dimeşe. Ev rastî li Tirkiyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Divê biryara qedexeya mîtîngê bê betalkirin. Em bi hevî ne. Lê ger ku qedexe bidome jî çi dibe bila bibe dê bi rengekî mîtîng li Amedê pêk bê. Li diji mafê kurdan, mafê jinan, mafê elewiyan û hemû mafên beşên civakê helwestek faşîzan didin nîşandan. Divê hemû hêzên bindest û rastî neheqiyê tên destê xwe bidin hev û di nava yekîtû û tifaqiyê li hemberî zilmê denge xwe bilind bikin û têbikoşin. Em dê her dem li pişt kedkar û sendîkavanan bin."

BI HER AWAYÎ DÊ MÎTÎNG LI AMEDÊ PÊK BÊ

Demîrtaş, destnîşan kir ku çi dibe bila bibe û astengî çi dibe bila bibe dê bi her awayî li Amedê mîtînga 14'ê Tîrmehê pêk bînin. Demîrtaş, destnîşan kir ku komîteya amadekar ji 7 parlementeran pêk tê û wiha got: "Ji roja ewil heta niha helwesta hikûmet û walîtiyê ne erênî bû. Lê dîsa dikarin vê helwesta xwe rast bikin. Em li bendê ne ku vê helwesta xwe rast bikin. Ger ku helwesta xwe rast nekin jî çi dibe bila bibe em dê vê mîtîngê li Amedê pêk bînin.