Demîrtaş: Tirkiye di nava çiravê de çikiya ye!
Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Kurdistanê da û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku li dora Sûr û Cizîrê li hev bicivin."
Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Kurdistanê da û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku li dora Sûr û Cizîrê li hev bicivin."
Demîrtaş nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên qirkirinê yên li navçeyên Kurdistanê da û got, "Em bang li tevahiya gelê xwe dikin, ku li dora Sûr û Cizîrê li hev bicivin."
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di civîna koma partiya xwe de rojev nirxand.
Demîrtaş bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi gotina, "Zimanê min ê dayikê nasnameya min e, zimanê min ê dayikê rûmeta min e" dest bi axaftina xwe kir. Demîrtaş bal kişand ser xeterî û gefa li ser zimanên dayikê û anî ziman ku li Tirkikyeyê 15 ziman bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne. Demîrtaş destnîşan kir, ku divê ev ziman di çarçoveya destûra bingehîn de bê naskirin.
'BI TENÊ JI SILOPIYAYÊ 500 CIWAN DERKETIN SERÊ ÇIYÊ'
Demîrtaş axaftina xwe wiha dewam kir:
"Pirsgirêka Kurd ji aliyê cewherî ve pirsgirêka zimanê dayikê ye. Ev 14 sal in AKP li desthilatdariyê ye, zîhniyeteke ku jê heye bi bombekirina Sûr û Cizîrê dikare pirsgirêka Kurd çareser bike, li ser desthilatdariyê ye. Ez gelekî meraq dikim; gelo hûn li Cizîr û Sûrê hewl didin çi çareser bikin? Dema we 200 kesên li Sûrê qetil kirin, wê pirsgirêka Kurd hatibe çareserkirin?
Ey Davûtoglû! Te pirtûkên qalind nivîsandiye, dibe ku bersiv di pirtûkan de be. Tu bersiva wê bide, dibe ku em nizanibin, me bi qasî de te pirtûkên qalin nenivîsand. Tu bersivê bide; tu yê bi vî rengî çi bi ser bixîne. Bi tenê ji Silopiyayê 500 ciwan derketin serê çiyê. Ka me yê siyaseta demokratîk mezin bikira. Di nava vê demê de ciwanekî bi tenê jî tevlî nava HDP'ê nebû, ji ber ku hêvî û çareseriyê edî li parlamentê nabînin."
ÇALAKIYA LI ENQEREYÊ
Demîrtaş bal kişand ser çalakiya li Enqereyê û got, "Bombeya li Enqereyê teqiya, encama heman fearseta siyasî ya bû sedema teqîna bombeyên li Sûr, Gara Enqereyê û Sûltanahmetê. Berpirsyarê siyasî yê vê AKP ye."
'GELO PYD'Ê HETA NIHA KEVIREK AVÊTIYE WE?'
Demîrtaş da xuyakirin, ku li hemberî şer helwesta herî bi pîvan û bi exlaq ew nîşan didin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Yên destekê didin tezkereyên şer hûn in. 3 partiyan destek dan tezkereya şer. Ev durûtiyeke çawa ye? Li bûyerên piştî komkujiya li Enqereyê temaşe bikin. Hînê cenaze li erdê ne ji Qesrê daxuyaniya 'YPG'ê kir' hat. Ka bisekine, destpêkê cenazeyan rakin. Yên ku biratiyê, jiyana bi hev re ji holê radikin, ev in. Gelo ji Rojava ber bi vî alî ve, PYD'ê kevirek jî avêtiye? Na, ti kes nikare îdîa bike. Lê bi şev û roj hûn ji vê derê topan dibarînin. Ehrar el Şam di lîsteya te ya terorê de jî nîne. Tu dibêje 'PKK û PYD, DAIŞ yek in'. Yek ji hezar tiştên tu li hemberî PKK'ê dike, rabe li hemberî DAIŞ'ê jî bike."
'AKP ALIYÊ SIYASÎ YÊ DAIŞ'Ê YE'
Demîrtaş destnîşan kir ku AKP aliyê siyasî yê DAIŞ'ê ye û got, "Ne li gorî hiqûqê, ne li gorî destûra bingehîn, ne jî li gorî pirtûkê tevdigerin. Dema dor tê hesabdayînê, radibin ji HDP'ê hesab dipirsin. Ev 14 sal in welat xistine vê rewşê. Welat li hundir û derve di nava şerekî giran de ye. Ji vê rewşê me berpirsyar dibînin. Hîn bûn ku li ser dijminekî hebûna xwe bidomînin. Dema li hemberî wî dijminek tinebe, nikare siyasetê bike. Dijmin diguhere, lê rêbaza siyasetê ya AKP'ê naguhere. Her tim dijmin heye. Siyaseta pozîtîf qediya ye, civak bi tirsê tê rêvebirin. Bi vê yekê re dixwazin xwe bigihînin serokatiya ku gelekî dixwazin. Roja ku aştî hat vî welatî, wê ew qesra bi kêf û şahî çêkirin, belasebep be. Aştî ji bo wan tiştekî ewçend xetere ye. Aştiyek bê azadî û edaletê, ne aştî ye."
'DIVÊ POTANSIYELA ŞER JI HOLÊ WERE RAKIRIN'
Demîrtaş işaret bi Pêvajoya Diyaloga Demokratîk û Muzakereyê kir û diyar kir, ku ev pêvajo wê aştiyê bîne ji tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn re. Demîrtaş bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hevserokê HDP'ê da xuyakirin ku AKP bi israr ji muzakereyê direve û got, "Dawiya hemû şeran aştî ye. Em ê ji bo aştiyê têbikoşin. Divê şer di vê kêliyê de bisekine. Divê em karibin vê bi ser bixînin, lê belê bêdengbûna çekan bi tena serê xwe aştî nîne. Aştî, ji holê rakirina potansiyela şer e."
'TIRKIYE DI NAVA ÇIRAVÊ DE YE'
Demîrtaş diyar kir, haya AKP'ê ji rewşa heyî ya ji ber polîtîkayên wan rû daye, nîne û got, "Ka serketina we, ka we çi bi ser xist? Ji bo Sûriyeyê we got di nava 3 mehan de ev kar wê biqede, ev bû 5 sal. Ji bo agirbest û aştî nebe, vana bi awayekî veşartî rewşê sor dikin. Xeyala wan ew bû ku li Şamê desthilatdariyeke Selefî derkeve holê. AKP dixwest ji Enqereyê ne tenê Tirkiyeyê di heman demê de Misir û Sûriyeyê jî bi rê ve bibe. Hewldana wan a duyemîn jî têkbirina Kurdan bû. Ji bo vê yekê destek dan çeteyan. Dema ev nebû, yekser artêşa xwe xist dewrê. Tu yê çima bide nava Sûriyeyê? Li wê derê gefa bi tenê DAIŞ e. Bila civaka Tirkiyeyê carekê bala xwe bidê; gelo Kurdên li wir çi zerar daye te ku tu yê bi leşkerên xwe wê derê ser û bin bike... Van polîtîkayan Tirkiye di nava çiravê de çikand. Em ê çawa ji vir derkevin? Ê min, HDP tê bîra min. HDP ji bo vê xakê şenseke mezin e."
BANGA JI BO SÛR Û CIZÎRÊ
Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ragihand, ku li Sûrê hînê êrîşên giran tên kirin, ji ber topbaranê hema hema tevahiya cihên dîrokê xera bûne û got, "Sûr Amed bi xwe ye. Ya bajar Sûr e. Lê mixabin ew bi giranî xera kirin." Demîrtaş ev bang kir: "Ji vê derê em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin Sûr û Cizîrê û li dora wan bicivin. Ev rojên hovane wê rojekê biqedin û berpirsyar hesabê vê bidin."