Demîrtaş: Me sond xwariye ku em li hemberî faşîzmê serî netewînin

Demîrtaş diyar kir ku Erdogan gefan li hemû beşên civakê dixwe û dibêje "An hûn ê serî bitewînin an jî hûn ê serî bidin" û wiha got: "Em ê li hemberî vê ferasetê li ber xwe bidin. Em li hemberî bê kokan ne serî ditewînin ne jî serî didin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di 1'emîn Kongreya Awarte ya Stenbolê de diyar kir ku Serokkomar Erdogan gefan li hemû beşên civakê dixwe û dibêje "An hûn ê serî bitewînin an jî hûn ê serî bidin" û wiha got: "Li hemberî me feraseta ceberrût heye. Em ê li hemberî vê ferasetê li ber xwe bidin. Em li hemberî bê kokan ne serî ditewînin ne jî serî didin. Li Karamanê 45 zarok rastî tecawizê hatin. Lê, Serokomar Erdogan ti gotin nekir. Li aliyê din rojnameger, akademisyen û hemû kesan dike hedefa xwe. Erdogan ji akademisyen, siyasetmedar û rojnamegeran re dengê xwe dike, lê ji tecawizkaran re bêdeng e.”

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê bi silogana “Em ji bo azadiyê di ber xwe didin û ji bo demokrasiyê xwe bi rêxistin dikin" 1'emîn Kongreya xwe ya awarte li salona Sporê ya Sinan Erdem pêk anî. Di kongreyê de hunermend Bajar, Rewşen, Meral Tekçi, Xero Abbas stran gotin û bi hezaran kesan govend gerand. Li salonê alên YPS, YPG, PKK, KCK û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin. Bi hezaran kesan bê navber silavên xwe ji bajarên Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin. Bi hezaran bê navber siloganên “Bijî Berxwedana Cizire”, “Bijî Berxwedana xwesêrî” “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di ekrana mezin a li salonê sînevîzyona ku ji dimênên sosyalistên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin, rêberên şoreşger ên Tirkiyeyê û kesên di rêveberiya cewherî de jiyana xwe ji dest dane hat pêşandan. Dîsa ji bo kampanya alîkariyê ya ji bo bajarên Kurdistanê banga alîkariyê hat kirin. Di Kongredeyê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Gerînendeyê Giştî yê Agos Hrant Dink jî nehat jibîrkirin.

Piştre sînevîzyonên ku dîroka ji HEP'ê heta HDP’ê, kesên di komkujiya li Hezex, Silopya û Cizîrê hatin qetilkirin hatin pêşandan.Girsê di kongreyê de bê navber siloganên “Bijî berxwedana YPS”, “Her der Kurdistan her der berxwedan" û “Şehid namırın” berz kirin. Di kongreyê de Wekîlên HDP'ê Hevberdevka HDK, Seroka EHP'ê Hevserokên Bloka Aştiyê Serokê Limter-Îş, BEKSAV, Endamê Meclîsa Aştiyê rojnameger, siyasetmedar, akademîsyen û gelek rewşenbir amade bûn.

Kongre bi hilbijartina dîvanê û rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş destpêkê axivî û geşedanên di rojevê de nirxand. Demîrtaş anî ziman ku wan mil daye milê hev û bi hev re têkoşîna xwe berdewam dikin û wiha got: "Em gelê xwe yê bi ruhê Cizîr, Sûr, Silopya û Geverê li vir silav dikin.

Demîrtaş, anî ziman ku ji roja ew li ser navê hevkariya Tirkiye û Kurdistanê ketine rê û heta niha hêzên serdest tirsandine û wiha got: "Em li Rojhilata Navîn dîrokê dinivîsin. Ji bo em peymana Sykes-Pickot a 1916'an ku vîna gelan tune dihesibîne biguherînin û dîrokê ji nûve binivîsin ketin rê. Vê têkoşîna me ji bo kesên bindest bû heviyek mezin. Êdî ev çerxa ku heta niha li dijî gelan dizîvirî me rawestan û me ji nûve xist rê. Bi sedsalan e li ser vê axê bê edaletî heye. Em wekî HDP’ê li dijî vê bê edaletiyê ketin rê"

‘ŞER NE HILBIJARTINA ME YE'

Demîrtaş, ani ziman ku dema berî hilbijartina 7'ê Hezîranê di mîtînga Amedê te bombe teqandin fêm kirin ku kesên li dijî wan pir zêde ne û wiha got: "Me zanîbû ku ev rêyek pir dijwar e. Li Pirsûs û Enqereyê komkujî berdewam kirin. Ji ber ku ji hevrêya me ya rast tirsiyan. Me got em wê bi xwe qedera xwe binivîsin. Şer ne daxwaz hilbijartina me ye.

‘EM LI HEMBERÎ BÊ ESIL Û BÊ KOKAN SERÎ NATEWÎNIN’

Demîrtaş, destnîşan kir ku zatê li Qesrê dibêje ‘An hûn wê serî bitewînin, an jî hûn wê seri bidin' û wiha berdewam kir: "Dixwazin em bibin kole. Ger ku em vê yekê red dikin jî bi gefa komkujiyê gefan li me dixwin. Me tu carî şer û kuştin qebûl nekir. Em ne şer dixwazin û ne jî em serî ditewînin. Em serî li hemberî bê esil û bê kokan serî natewînin.

Demîrtaş, gotina ku HDP hûn xapandin jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Bila pişt xwe binerin û bêjin ka HDP kî xapandiye. HDP li pişt kîjan gotina xwe nesekiniye. Em dixwazin li ser welatê hevpar bi mafên wekhev bijîn. Ger ku welat hevpar be, Kurdistan jî perçeyekî vê axê ye."

Demîrtaş, destnîşan kir ku dema Alparslan di sala 1071’an de hat Melezgirtê ji Erdexanê heta Silêmaniyê ji Wanê heta Cizira Botan, Kurd hebûn û ji bo Alparslan derbakî Anatoliya bibe alîkarî ji Kurdan xwest û wiha got: "Dewleta Kurd a Mervanî 10 hezar suyarên xwe şand alîkariya wan. Niha jî dibêjin dema Alparslan ket Anatolyayê Kurd û Kurdî tune bû. Jixwe wir Kurdistan bû."

‘ME SOND XWARIYE KU SERÎ DANÎNIN'

Demîrtaş, daxuyaniya Serokkomarê Tirk Erdogan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Me di dîrokê de li Agirî, Dêrsim, Geliyê Zilan, Sason, Koçgirî, Sêwas, Gurgum, komkujî dît. Lê me ti carî serî danenî. Me sond xwariye ku em ti carî li hemberî zilmê serî danînin. We dît ku Şêx Said, Zarife, Alişer, Mazlum Dogan Îbo, Deniz û Mahiran ser dan û sir nedan. Em ê li dijî faşîzmê her li ber xwe bidin û em serî danînin." Demîrtaş, anî ziman ku ew ji stran, goristan, cenaze û hemû tiştê Kurdan ditirsin û bi qasî ji cenazeyê Dayika Taybet bitirsin resîl û ruswa bûne. Demîrtaş, anî ziman ku serê wan bihind û bi rûmet in û wê biçin gora Mehmet Tunç ziyaret bikin. Demîrtaş bilêv kir ku wan soz daye ku her dem ji bo wan têbikoşin.

DIVÊ WEQFA ENSAR WEKÎ ŞERMÊ DERBASÎ DÎROKÊ BIBE

Demîrtaş, bêdengiya Serokwezîr û Serokkomar a li hemberî destdirêjiya li hemberî Weqfa Ensar jî rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li Weqfa Ensar a Karamanê li dijî zarokan îstîsmara zayendî pêk hat. Ev tabloya şermê ye. Wê wekî rûpela şermê derbasî dîrokê bibe. Zatê li Qesrê der barê vê îstîsmarê te ti gotin negotiye. Lê, ji bo hemû kesên muxalif êrîşan dike. Divê em vî welati ji vê ferasetê xelas bikin."

Kongre piştî axaftina demîrtaş, bi axaftinên din û xwendinarapor û hilbijartinê berdewam kir.

Kongre piştre bi lîsteya 45 asil û 20 yedekan hat hilbijartirn. Ji bo Hevserokatiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel hatin hilbijartin. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel, anî ziman li dijî berxwedana gelê Kurd êrîşek dijwar heye û wê ji stenbolê deng bidin dengê berxwedana Kurdistanê.

Listeya Rêveberiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê wiha ye: Dogan Erbaş, Aysel Guzel, Ahyan Ergenç, Ayşe Karadag, Ayşin Hangul Sanverdi, Cihan Yavuz, Didem Yilmaz, Dîlan Ozbek, Dîlek Sultan Nayman, Dursun Yildiz, Mehmet Emin Sarican, Evren Damar, Feremez Erkan, Gul Yilmaz, Hidir Karataş, Hunav Altun, Îbrahim Çakir, Kadîr Tunç, Kendî Çapraz, Kubilay Akpinar, Marif Alparslan, Mehmet Baştaş, Mehmet Tayyip Aslan, Mehmet Uçar, Metin Yuzguleç, Muazzez Tore, Mustafa Elma, Nakî Engîn, Nazli Andan, Pelîn Şirin, Ramazan Çetinçakmak, Ridvan Ozturk, Rukiye Ekenler, Saime Îşçan, Saime Oguzhan, Sebahat Erdogan Saritaş, Selin Demîrel, Serap Borucu, Suleyman Başer, Şebnem Sunnetçîoglu, Tengazer Yilmaz, Volkan Uyar, Yavsef Salci, Yilmaz Yucel.