Demîrtaş ji bo Sûrê bang kir: Bêdeng nemînin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, têkildarî êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî Sûrê got, "Li hemberî vê hewldana komkujiyê bêdeng nemînin."

Demîrtaş, ji bo pêşîgirtina li komkujiyê bang li her kesî kir ku sibe li Amedê beşdarî meşê bibe.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe daxuyaniyek da. Demîrtaş da xuyakirin, ku hewl tê dayîn mîna Cizîrê li Sûrê jî komkujiyek bê kirin û li hemberî vê yekê bang kir. Demîrtaş ji bo meşa mezin a sibe ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, "Li hemberî vê hewldana komkujiyê bêdeng nemînin."

Demîrtaş, ji bo pêşîgirtina li komkujiyê bang li her kesî kir ku ji 7 heta 70 salî her kes bi armanca şikandina dorpêçiyê tevlî meşa sibe ya li Amedê bibe. Demîrtaş ji bo derxistina sivîlan ji navçeyê xwest, "qedexeya derketina derve" ji bo rojekê jî be bê rakirin.