Demîrtaş: Bila destnedayîna Serokwezîr û Serokomar jî were rakirin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Agiriyê bi gel re civiya û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên demên dawî û rakirina destnedayîna Serokwezîr û Serokkomar.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş li Agiriyê bi gel re civiya û bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên demên dawî. Demîrtaş ji bo nîqaşên destnedayînê jî helwesta xwe dubara kir û got "Em qebûl nakin ku tenê destnedayîna HDP'yiyan rakin. Bila destnedayîna Serokwezîr û Serokkomar jî were rakirin."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku ji bo tevlî pîrozbahiya Newroza Bazîdê bibe hate Agiriyê, li avahiya bajêr a HDP'a Agiriyê bi gel re civiya. Demîrtaş li vir pirsa rojnamegeran bersivand. Demîrtaş di nirxandina xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê astengiya herî mezin a li pêşiya aşitiyê AKP ye. Demîrtaş mijara fezlekeyên parlamenterên HDP'ê û nîqaşên rakirina destnedayînê jî nirxand û got hikûmeta AKP'ê vê mijarê dixe amûra gefxwarinê û car din anî ziman ku ji bilî destnedayîna kursiyê ew alîgir in ku hemû destnedayîn were rakirin. Demîrtaş diyar kir ku dixwazin tenê destnedayîna HDP'yiyan rakin û got "Em vê qebûl nakin. Bila destnedayîna Serokwezîr û Serokomar jî rakin."

'WERIN EM HER TIŞTÎ Lİ DADGEHÊ VEBÊJIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku ji ber xebatên ku di pêvajoya çareseriyê de kirine û ji ber axaftinên wê demê têne sûcdar kirin û ji hikumeta AKP'ê re ev bang kir: "Bila ji bîr nekin me ev pêvajo bi hev re meşand. Em li ku çi axivîbin dikarin li dadgehan vebêjin. Fermo bila ew jî werin, em di pêvajoya çareseriyê de çi bûye çi nebûye li dadgehê bêjin."

'BILA GEL WALIYAN HILBIJÊRE'

Demîrtaş di nirxandinên xwe de balê kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên beriya Newrozê jî û bibîrxist ku tenê li Agiriyê duh 25 kes hatine girtin. Demîrtaş diyar kir ku dixwazin bi van operasyonan çavê gel bitirsînin û wiha pê de çû: "Kesên ji derve hatine Agiriyê ne xwediyê Agiriyê ne. Hûn xwediyê Agiriyê ne. Hûn dixwazin walî bajaran birêvebibin, nexwe bila gel waliyan hilbijêrê." Demîrtaş destnîşan kir ku walî û qeymeqamên heyî weke karmendên AKP'ê dixebitin û bi terora binçavkirin û girtinan dixwazin HDP'ê tengav bikin.

Demîrtaş piştî axaftina xwe ji bo tevlî pîrozbahiya li Bazîdê bibe ji bajêr veqetiya.