Dema dengdanê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê eşkere bû

Dema dengdanê ya hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê dijîn diyar bû. Pêvajoya ku îro dest pê dike, wê 19'ê Hezîranê biqede. Hilbijêr wê di vê hilbijartinê de karibin li konsolosxaneya dixwaze dengê xwe bidin.

Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê ya ji bo Serokkomariya Tirkiyeyê û hilbijartina giştî ya parlamenteriyê ya serdema 27'an, partiyên siyasî dest bi kar kirin. Partiyan ji aliyekî ve dest bi diyarkirina namzetan kir, li aliyê din jî mîtîng û xwepêşandanan li dar dixin. Ji bo hilbijêrên welatiyên Tirkiyeyê yên li welatên din dijîn, Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) daxuyaniyeke berfireh da. Li gorî daxuyaniya YSK'ê, pêvajoya dengdanê ya li derveyî welat wê di navbera 7-19'ê Gulanê de bê kirin. Ev pêvajo wê 12 rojan dewam bike. Dengdana li deriyên sînor jî wê 7'ê Hezîranê dest pê bike û 24'ê Hezîranê biqede.

QEYDA LI LÎSTEYA HILBIJÊRAN HETA 12'Ê GULANÊ YE

Pêvajoya hilbijartinê ya dengdêrên Tirkiyeyî yên li derveyî welat îro bi awayekî fermî dest pê dike. Pêvajo bi qeyda hilbijêran dest pê dike. Ji 2 heta 12'ê Gulanê, kesên bûne 18 salî û qeyda xwe nîne, divê biçin konsolosxaneyan ku navendên dengdanê yên li derveyî Tirkiyeyê ne û qeyda xwe çêbikin. Yên dikarin dengê xwe bidin divê bi pasaportên xwe biçin konsolosxaneyan û heta 12'ê Gulanê qeyda xwe çêbikin. Naxwe wê nikaribin 24'ê Hezîranê dengê xwe bidin. Hilbijêrên ku di hilbijartinên bihurî de dengê xwe dane dikarin ji vê navnîşanê kontrol bikin bê qeyda wan heye yan na:

https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/secmenBilgiYurtdisi.jsp

Hilbijêrên ku ji hilbijartina dawî û vir ve navnîşana xwe guherandine, divê biçin konsolosxaneya nêzî adresa xwe, forma "Beyankirina adresê" dagirin û pêşkêş bikin. Bi rêya vê adresê, agahiyên berfireh ên li ser qeydkirina hilbijêran dikarin bên peydakirin:

http://www.ysk.gov.tr/tr/yurt-disi-secmen-kutugune-yazilacak-olan-secmenler/1517

DENGDAN WÊ JI 7 HETA 19'Ê HEZÎRANÊ WERE KIRIN

Hilbijêrên li derveyî Tirkiyyeê dijîn wê 7'ê Hezîranê roja Pêncşemê dest bi dayina dengê xwe bikin û heta 19'ê Hezîranê roja Înê karibin dengê xwe bidin. Ji bo kesek karibe dengê xwe bide divê bi nasname ya jî pasaporta xwe ku nûmareya nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê li ser heye biçe konsolosxaneye.

KESEKE/Î LI FRANSAYÊ DIJÎ WÊ KARIBE LI ELMANYAYÊ JÎ DENGÊ XWE BIDE

Ji bo hilbijêrên li derveyî welat, di referandûma guhertina Destûra Bingehîn de pêkanîneke nû ketibû meriyetê. Li gorî vê yekê, hilbijêr wê karibin li nûnertiya dixwaze dengê xwe bide. Ev pêkanîn wê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî dewam bike. Hilbijêrên ku li konsolosxaneyekê qeydkirî ne, roja dengdanê wê karibin li nûnertiya nêzî xwe, ya jî yeka ku dixwazindengê xwe bidin. Mînak; keseke/î ku qeyda xwe li Fransayê heye, wê karibe li nûnerityeke li Elmanyayê dengê xwe bide.

Hilbijêrên li derveyî welat wê karibin li 34 deriyên gumrukê yên bejahî, hewayî deryayî ji 7'ê Hezîranê û pê ve rojê 24 saetan dengê xwe bidin. Hilbijêr wê li 60 welatan li 123 nûnertiyan dengê we bidin.

DEM Û WELATÊN KU DENGDAN LÊ BÊN KIRIN

Dema dengdanê li hin welatan wiha ye:

"Elmanya, Awûstûrya, Fransa: 7-19'ê Hezîranê (13 roj)

- Danîmarka: 9-19'ê Hezîranê (11 roj)

- Awûstralya: 9-17'ê Hezîranê (9 roj)

- Norwêc: 14-19'ê Hezîranê (6 roj)

- Belçîka, Hollanda, Swîsre: 15-19'ê Hezîranê (5 roj)

- Brîtanya: 16-19'ê Hezîranê (4 roj)

- KKTC, Kanada, Bûlgarîstan: 16-18'ê Hezîranê (3 roj)

- Çîn, Rûsya, Romanya, Erebîstana Siûdî, Yewnanîstan, Lubnan, Îsraîl, Ûkrayna: 16-17'ê Hezîranê (2 roj)

- Azerbaycan, Iraq, Îran, Îrlanda, Spanya, Misir, Malta, Ozbekîstan, Sirbîstan: 17'ê Hezîranê (Rojek).

JI BO TÛRA DUYEMÎN WÊ JI 30'Ê HEZÎRANÊ HETA 4'Ê TÎRMEHÊ DENG BÊ DAYIN

Eger hilbijartina serokkomar ji tûra duyemîn re bimîne, wê dengdana tûra duyemîn a li derveyî Tirkiyeyê 30'ê Hezîranê dest pê bike û 4'ê Tîrmehê biqede. Dengdana li deriyên gumrukê wê heta 8'ê Tîrmehê dewam bike. Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê dijîn, agahiyên berfireh ên li ser dengdanê dikarin ji vê navnîşanê peyda bikin:

http://www.ysk.gov.tr/doc/dosyalar/docs/24Haziran2018/2018CBMV-Temsilcilikler.pdf