DEM Partiyê navçeyên ku wê namzetan lê nîşan bidin, eşkere kir
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan navçeyên girêdayî 10 bajaran ku wê namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan navçeyên girêdayî 10 bajaran ku wê namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan biryarên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya duh de hatine wergirtin li Navenda Giştî ya HDP’ê eşkere kirin.
Dogan, qala biryarên ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de hatine wergirtin kir û wiha got: “Em ê yên bi darê zorê ji me girtin paş ve wergirtin.” Dogan destnîşan kir ku hemû şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin dê bi vîna gel re bînin bahev û anî ziman ku dê her wiha destkeftiyên nû bi dest bixin.
Dogan, dazanîn ku dê bi avakirina yekitiya hêzan re bi pêş ve biçin û bajarên Tirkiyeyê ku dê merhaleya ewil namzetan lê nîşan bidin eşkere kirin. Li gorî vê bajarên ku dê DEM Partî di merheleya ewil de namzetan lê nîşan bide wiha ne: “Navçeyên Ceyhan, Seyhan û Yuregîr ên Edeneyê; navçeya Kepez a Antalyayê; navçeyên Akdenîz, Toroslar û Tarsûs ên Mêrsînê, navçeyên Esenyûrt, Sancaktepe, Adalar û Sûltanbeylî yên Stenbolê, navçeyên Dîdîm, Efeler, Germencîk û Soke yên Aydinê; navçeyên Cîhanbeylî û Kûlû yên Konyayê, navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê; navçeyên Torbali, Bayrakli û Menemen ên Îzmîrê; navçeyên Golmarmara, Tûrgûtlû û Yûnûsemre yên Manîsayê; navçeya Gokçeada ya Çanakkaleyê û navçeyên Çorlû û Çerkezkoyê yên Tekîrdagê.”
Dogan, eşkere kir ku dema serlêdana bernamzetan 5 roj din hatiye dirêjkirin. Bi vî awayî dema serlêdanan heta 25’ê kanûnê hate dirêjkirin.