Hevberdevkên Komîsyona Gel û Baweriyan a DEM Partiyê Yuksel Mûtlû û Mahfûz Guleryuz daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Mereşê beriya 45 salan, di navbera 19-25'ê Kanûna 1978'an de li gorî hejmarên fermî di komkujiya li dijî Elewiyan, Kurdan û çepgiran de 105, li gorî şahidên komkujiyê jî bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn, bêewlad, bêdayik, bêbav, bêxwişk û bêbira man. Bi sedan mal û kargeh hatin talankirin. Yên ku li Mereşê ji komkujiyê rizgar bûn, bi zext û zordariyê neçar hatin hiştin ku koç bikin. Mereş ku piştî vê qirkirinê demografiya wê hate guhertin, di asteke girîng de ji Elewiyan hate xalîkirin. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bû jî ev xak ji bo jiyaneke aram û ewle ya Elewiyan nebû welatekî guncaw."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eşkerekirina hêzên li pişt komkujiyê li aliyekî, tevî ku 45 sal di ser re derbas bûn, hêzên li pişt komkujiyê hîn bêhtir xwe berdan nava dewletê. DEM Partiyê destnîşan kir ku hesabê êşa hate kişandin nehate dayin û lêborîn ji xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan nehate xwestin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku desthilatdariya AKP-MHP û piraniya meclîsê divê dest ji astengkirina ronîkirina rastiyên vê komkujiyê berdin û hate gotin, "Heta ku Tirkiye hesabê şermên xwe yên berê nede, heta ku komkujiyên li hemberî Elewiyan, Kurdan û hindikahiyan hemûyan neyên ronîkirin, berpirsyar neyên diyarkirin û li pêşberî dîrokê neyên mehkûmkirin, demokratîkbûn pêk nayê.
Ji bo komkujiyên nû neyên kirin, em ê hewldanên ji bo jibîrkirina Mereşê ti carî qebûl nekin. Em ê her tim bi xizmên qurbaniyên komkujiya Mereşê re bin."
Di dawiya daxuyaniyê de qurbaniyên Komkujiya Mereşê bi rêzdarî hatin bîranîn.