DEM Partî, girtiyên şoreşger ên di 19’ê Kanûnê de hatin qetilkirin bi bîr anî
DEM Partî girtiyên şoreşger ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê.
DEM Partî girtiyên şoreşger ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partî de hate gotin,"Di 19'ê Kanûna 2000'î de li girtîgehan girtî li dijî avakirina girtîgehên tîpa F û şertên tecrîdê ji bo protestokirinê dest bi çalakiya grevên birçîbûnê kiribûn. Di wê demê de bi awayeke hemwext li dijî 20 girtîgehan operasyon hat pêk anîn û di encamê de 30 girtî hatibûn qetilkirin û nêzî 300 girtî jî birîndar bûbûn. Ev komkujiya ku jiyana mirovan li ber çavan nehat girtin, gazên kîmyewî hatin bikaranîn û hovîtiyek mezin hat kirin, ji aliyê dewletê ve weke "Vegera li jiyanê" hate binavkirin. Tevî ku di ser komkujiyê re 23 sal derbas bûne jî li hember karmendên cemaweriyê polîtîkaya bêcezahiştinê hat meşandin û hesab ji wan nehatiye pirsîn."
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku, polîtîkayê tinekirinê ji dîrokê heta roja îro dewam dike û hat gotin tecrîd û êşkence bi girtîgehên tîpa Y û S derketine asta didome.
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ Û GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Li Girtîgeha gireva Îmraliyê, ku ji roja ava bûye û vir ve tecrîd bi awayekî herî mutlaq tê meşandin, ev 33 meh in agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim nayê girtin. Bi hincetên cuda pêşî li hevdîtina malbat, wesî û parêzeran tê girtin. Li dijî vê tecrîdê greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehan ku ji bo rakirina tecrîdê dane dest pê kirin, îro di roja xwe ya 22’an de didome.
Dewlet çiqasî di tecrîda û sîstema êşkenceyê ya girêdayî wê li girtîgehan de israr bike; Girtiyên şoreşger jî bi berxwedana xwe ya li zindanan têkoşînê didomînin.
Em hemû şoreşgerên di komkujiyên 19'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em; DEM Partî dixwazin ku li girtîgehan Pîvanên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî bi cih bêne anîn, bi vî rengî rejîma înfazê li gorî rûmeta mirovahiyê bê sererastkirin, di serî de girtiyên bi nexweşiya giran hemû girtiyên siyasî bêne berdan, Girtîgeha Girava Îmraliyê bê girtin û dawî li tecrîda li girtîgehan bê anîn, heyetên şopandinê yên serbixwe karibin serdana girtîgehan bikin, komkujiyên li girtîgehan bêne ronîkirin, dawî li nêzîkatiya bêcezahiştinê bê anîn, îdîayên li ser êşkence û kiryarên xerab bi xurtî bêne lêpirsîn, dawî li wezîfeya êşkencekaran bê anîn û ji bo careke din komkujî rû nedin her cûre tedbîr bêne wergirtin. Her wiha em diyar dikin ku em ê ji bo bicihanîna van daxwazên xwe jî têkoşîna xwe ya siyasî dewam bikin."