Deholvanê Surguyê serbest hate berdan

Deholvanê Surguyê serbest hate berdan

Deholvanê ku piştî êrîşa li dijî malbata Kurd-Elewî ya li bajarokê Surgu yê Meletiyê hatibû girtin, li ser îtîrazê serbest hate berdan.

Deholvan Mûstefa Evşî li ser îdîayan di 2’ê Tebaxê derxistibûn dadgehê û hatibû girtin. Hate hînbûn ku, piştî parêzerê Evşî îtîraza girtinê kir, Evşî biserbest darazê hate berdan.

Di derbarê îdîaya malbata Evlî ya li bajarokê Surgu rastî êrîşan hatiye, daholvan Mûstefa Evşî di 2’ê Tebaxê derxistibûn dadgehê û hatibû girtin. 23 kesên din jî ku mala malbata Kurd-Elewî dabûn ber keviran piştî îfade girtinan bi daraza serbest hatibûn berdan.