Waliyê Kîlîsê Yûsûf Odabaşi got, ji aliyê Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn ya Serokwezîrtiyê (AFAD) ve xebatên avakirina bajarên konan yên nû yên li ser bajarên sînor destpêkirin.
Walî Yûsûf Odabaşi ji ber zêdebûna tundûtujiyên li Sûriyeyê û zêdebûna reva ber bi Tirkiyeyê ve nirxandinek kir û ragihand ku, kapasîteya bajarên konteynir û konan niha kêm maye tejî bibin.
‘HÊJMARA PENABERAN GIHA 43 HEZARAN’
Odabaşi îdîakir ku, hêjmara kesên ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê gihane 43 hezaran. Odabaşi destnîşan kir ku, li şûna li Kîlîsê duwem bajarekî konteyniran bê vekirin, dê bajarê konteyniran yê heyî dê berfireh bikin. Odabaşi da zanîn ku, ji bo herêma 258 donim yê derdora bajarê konteynira îstimlak bikin dest bi xebatan kirine. Odabaşi anî ziman ku, “dema me 2 hezar konteynir li vir bicih kirin wê demê dê kapasîte bigehe 25 hezarî. Kêm maye kapasîteya bajarên konan tijî bibin. Di 15 rojên dawî de 4 hezar 500 kes ji Sûriyeyê hatine Kîlîsê. Ji vana 200 birîndarin, 25 kes jî rewşa jiyana wan di xeteriyê de ye, ji bo wê tên dermankirin.”
Walî Odabaşi îdîa kir ku, hema bigiştî hemû herêmên sînor yên Sûriyeyê ketine destê muxalîfan û got; “ Ji ber vê sedemê artêşa Sûriyeyê li dijî herêmên sînor biçekên mezin operasyonan pêktîne. Ji ber sedema êrîşan li gel hêjmara kesên direvin zêde dibin, her roj 20-25 birîndar tên.”