Alî Îhsan Kitay, bi hinceta ku ‘rêveberê payebilind ê PKK’ê de’ ji 12’ê cotmeha 2011’an hate niha li girtîgeha Damtor ya Hamburgê girtiye. Kitayê ku doza wî di 13’ê tebaxê de dest pê dike, nîvê temenê wî li girtîgehên Tirkiyeyê derbas bûye.
Li gorî rojnameya Yenî Ozgu Polîtîka Kitay di 1965’an de li gundê Valerek a Çewlikê ji dayik dibe. Di temenê xwe yê biçûk de pirsgirêka kurd nas dike. Kitay di 12’ê îlonê de nesîbê ji zilma rejîmê digire. Kitay 1981’ê de 58 rojan di bin îşkencê de dimîne. Kitay piştî binçakirinê 13 sal û 8 mehan rastî ceza tê.
ÎŞKENCE Û FIRAR
Kitayê ku xistin girtîgeha Leşkerî ya Elezîzê rastî her îşkenceyê tê. Di sala 1987’an de tehliye dibe û berê xwe dide çiyayan. Di sala 1991’ê de li Çewlikê di encama îxbarekê de tê girtin û rastî îşkenceyên giran û hovane tê. Ji ber îşkenceyê tendustiya wî xera dibe. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê cezayê muebetê dide Kitay. Kitay û 18 hevalên xwe ji girtîgeha Tîpa E ya Nevşehîrê fîrar dike. Bi rîskek mezin digihêje Çewlîkê. Li wir di kontrola nasnameyê de tê girtin û nasnameya wî jî sexte bû. li Qereqolê ligel hemû îşkenceya nasnameya xwe aşkera nake. Polîs lîstikek qirêj dilize û gazî dayika wî dikin. Dema dayîka wî tê wî hembêz dike û her tişt dertê holê.
Kitay ji vir dibin girtîgeha Muşê. Dema ji girtîgeha Muşê dibirin ya Amasyayê dîsa hewl da fîrar bike lê vê carê jî cezayê hucreyê danê.
Kitayê ku nîvê temenê xwe yê 47 salan di girtîgehan de derbas kir, vê carê riya azadiyê ji bo wî xuya kir. Kitay bi hesreta salan gihişt azadiya xwe û çû Çewlikê. Piştî Kitay ji girtîgehê derdikeve rastî gefên kuştinê tê. Xizmên wî Kitay dişînin Stanbolê û li vir jî çend caran tê binçavkirin. Li ser israra hevalên wî, Kitay herî dawî serlêdana penaberiyê ji bo Almanyayê dike.
Serlêdana wî ya ji bo penabertiyê hate qebûlkirin. Li Almanyayê jî dest jê bernedan. Almayaya ku ji bo wê tê gotin welatê demokratîk bi Sûcdariya ku ‘Berpirsê PKK’ê yê Bakurê Almanyayê ye’ di 12’ê cotmeha 2011’an de l Hamburgê hate binçakvirin. Kitay niha di girtîgeha Damtor de ye. 23 saetan tenê di hucreyekê de dimîne.
Danişîna wî di 13’ê tebaxê roja duşemê saet 09.00’an de dê pêk bê. Beriya danişînê ji bo Kitay dê saet 08.00’an çalakiyek pêk were. Bê guman Kitay dê wê rojê bixwaze dostên xwe ligel xwe bibîne. Em binêrin wê rojê dê hezkiriyên wî li wê Salonê bin an jî polîsên sivîl?