Dayîkên Şemiyê: Em aştiyê dixwazin lê tu şer sor dikî

Dayîkên Şemiyê: Em aştiyê dixwazin lê tu şer sor dikî

Dayîkên Şemiyê di hefteya 385'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalayika "kujer diyarin, winda li kûne" berdewam kirin. Dayîkan vê hefteyê bang li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan kir û wiha got: "Dê heta kengî ev şer berdewam bike? Dema tu li betlanê bû çend kes hatin kuştin tu di zanî? Em aştiyê dixwazin, lê tu çi dixwazî? Em dixwazin bi lezgîn gavên aştiyê bên avêtin.

Dayîkên Aştiyê di hefteya 385'an de lêgerîna xwe ya edaletê berdewam kirin. Dayîkên ku pankarta "Kujer diyarin, winda li ku ne" vekirin, xwest hesap ji kujeran bê pirsîn. Dayîk dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û wêneyên windayan rakirin. Dayîkan li vir edalet xwest.

'EM AŞTIYÊ DIXWAZIN, LÊ HÛN ŞER DIXWAZIN'

Di çalakiyê de hevjîna Huseyin Taşkaya yê di sala 1993'an de li Rihayê hate binçavkirin û windakirin Sultan Taşkaya axivî û wiah got: "Em ji Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan dipirsin û dibêjin ev şer dê kengî bi dawî bibe. Dema tu li betlanê bû çend kes mirin? Em aştiyê dixwazin, lê tu? Tu çi dixwazî Erdogan. Em aştiyê dixwazin, lê tu şer sor dikî."

Dayîka Murat Yildiz yê di sala 1995'an de li Îzmirê hate windakirin Hanife Yildiz jî nameya li ser Erdogan nivîsandibû xwend. Yildiz ani ziman ku, kujerê hezar kesan Mehmet Agar li girtîgehê wekî li betlanê be.

Dayîkan vê hefteyê çîroka Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Tolga Baykal Ceylan yê di 9'ê Tebaxa 2004'an de li Îgneadayê hate revandin û windakirin hate xwendin. Dayîka Ceylan Kadriye Ceylan jî ziman ku, Cîhan her tim tê xewna min û dibêje min bibîne û wiha got: "Ez bi hêvî û xeyalên ku kurê xwe bibînim dijîm.

'EM BI LEZGÎN GAVÊN AŞTIYÊ DIXWAZIN'

Li ser navê dayîkan Sezamis Horuz jî daxuyanî da û xwest bi lezglîn winda bên dîtin, kujer bên darizandin û gavên aştiyê bên avêtin.