Dayikên Şemiyê ji bo Gulunay kom bûn

Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Gulunay ê ku piştî hatibû destgîrkirin hatibû windakirin, têkoşîna xwe ya edaletê domand.

Dayikên Şemiyê her hefteyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 903’yan de Dayikên Şemiyê çalakiya xwe online kirin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Hasan Gulunay daxwaza edaletê hate kirin ku di 20’ê Tîrmeha sala 1992’yan de li Stenbolê hatibûn destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Daxuyanî ji hêla xwarziya Hasan Ocak ku piştî hatibû destgîrkirin dûre hatibû windakirin Dilcan Acer ve hate xwendin. Acer, diyar kir ku ev 903 hefte ne edaletê diqêrin û wiha got: “Dema mijar dibe kesên piştî hatine destgîrkirin û hatine windakirin, edalet pêk nayê. Pergala ku windakirina di nezaretê de sûc nabîne û faîlan bi zirxê destnedayînê diparêze, malbatên ku li xizmên xwe yên windakirî digerin ceza dike. Lewma li gel ku me serî li her rê û rêbazê da jî encamek bi dest nexist.” 

Bi domdarî Acer destnîşan kir ku nasnameya Hasan Gulunay li ser Alî Ekber Atmaca ku di 23’yê Gulana sala 1992’yan de li Artvînê di bin îşkenceyê de hatibû qetilkirin derketiye û wiha domand: “Ji ber vê sedemê jî polîs êdî li Hasan Gulunay geriyan ku 32 salî bû û bavê 4 zarokan bû. Gulunay, ji hevjîna xwe re got ku ev demeke ji hêla polîsan ve tê şopandin. Di 20’ê Tîrmeha sala 1992’yan de ji mala xwe ya li Tarabyayê ber bi kargeha xwe ve derket rê û êdî nema vegeriya malê. Kesekê ku li telefona kargeha Hasan geriyayî diyar kir ku ji Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê digere û Hasan Gulunay hatiye destgîrkirin. Li ser vê yekê malbatê serî li dozgerî û Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê da. Lê belê her duyan jî gotin ku Hasan nehatiye destgîrkirin. Li ser vê yekê jî malbata wî bi yek ji rayedarên payebilind ê Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku hembajariyê wan bû Huseyîn Kocadag re hevdîtin kir. Kocadag ji malbatê re got Hasan sax e û piştî ku birînên wî yên ji ber îşkenceyê baş bûn jî dê ragihînin ku hatiye destgîrkirin.

 Bi domdarî Acer da zanîn ku malbatê ev bûyer bi raya giştî re parve kir û wiha dirêjî da axaftina xwe û got “Şahidekî ku bi Hasan re hemwext li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê di lêpirsînê de jî got ku kesekê ku rûyê wî nedîtî di îşkenceyê de qîriya û got; ‘Ez Hasan Gulunay. Hewl didin min di nezaretê de winda bikin.’ Piştî van her du daxuyaniyan jî polîsan hem bi ser mala malbatê û hem jî ya şahid de girt û gef lê xwarin da ku êdî neaxivin. Ji serokwezîr heta wezîrê karê hundir û TBMM’ê, malbatê serî li her deverê da. Meqamên darazê jî bêyî ku derheqê mijarê de delîlan kom bike, şahidan guhdar bike û lêpirsîneke bibandor bide destpêkirin, bi hinceta dosya ketiye ber demborînê, biryara ‘hewcehî bi teqîbatê nîne’ da. Îtîraza li dijî biryarê jî hate redkirin. Li ser vê yekê jî malbatê di sala 2013’an de serî li Dadgeha Makeqanûnê da.” 

Di berdewamê de Gulunay anî ziman ku heqîqeta derheqê Gulunay de bi awayekî derhiqûqî, bi hinceta demborînê tê astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dadgeha Makeqanûnê jî standartên delîlan ên DMME’yê bi cih neanî. Tenê di 21’ê Nîsana 2016’an de biryar da û got; ‘di çarçoveya mafê jiyanê de mafê lêpirsîneke bibandor hatiye binpêkirin.’ Lê ji bo lêpirsîneke baş, dosya neşand cem dozger. Di 30’emîn salvegera windakirina Gulunay de em careke din daxwaza edaletê dikin. Gelek delîlên şênber hene ku Gulunay ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatiye destgîrkirin û piştre hatiye kuştin. Ji bo ku heqîqet derkeve holê û edalet pêk were, hewcehî bi lêkolîn û teqîbateke li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî were kirin. Banga me ji bo meqamên siyasî dadî û siyasî ew e ku van peywirên xwe pêk bînin. Em ê dev ji têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bernedin.”