Dayîka Mazlûmê biçûk ji Guardian re axivî: Ma kurê min çi kiribû?

Dayîka Mazlûmê biçûk ji Guardian re axivî: Ma kurê min çi kiribû?

Rojnameya navdar a Îngilîz Guardian bi sernûçeya “Hêzên ewlekariya Tirk ji sala 1988 ve ji bo kuştina 501 zarokan tê sucdarkirin” bûyera Mazlûm Akay ê 11 salî yê ku li Edeneyê di encama xwepêşandanekê de bi bombeya çavsoj a polîsên Tirk de birîndar bû û paşê jiyana xwe ji dest da ji cîhanê re ragihand. Rojnameyê diyar kir ku ji sala 1988 de 501 zarok hatin kuştin, lê ÎHD dibêje ku tenê di serdana AKP’ê de 171 zarok hatin kuştin.

Zarokê Kurd Mazlûm Akay ê 11 salî di encama berikê bombeya gazê de birîndar bû û piştî 8 rojan di nexweşxaneyê de ma jiyana xwe ji dest da. Lê çapemeniya Tirk li hemberî vê bûyerê kerr û lal ma. Rojnameya Îngîlîz Guardian bi sernûçeya “Hêzên ewlekariya Tirk ji sala 1988 ve ji bo kuştina 501 zarokan tê sucdarkirin” ya bi îmzeya nûçegihana Constanze Letsch behsa rewşa Mazlûmê biçûk kir.

Rojname wiha dinivîsîne; “Êvarek a havînê bû, Mazlûm Akayê 11 salî ji mala xwe ya li taxa Yuregira bajarê başûrê Tirkiye Edeneyê ya ku piraniya şêniya wê Kurd e, ji bo şîrînahîyek ji dikana li goşeyê bikire derket.”

Rojname dibêje ku di wê demê de pevçûn di navbera polîs û ciwanên ku ku ji bo protestokirina tecrîda li ser “Rêberê milîtanên Kurd Abdullah Ocalan” xwepêşandan li dar xistin de rû da.

Ne di nava xwepêşandanê de bû

Rojnameyê diyar dike ku şahidên bûyerên dan zanîn ku tu xwepêşandêr li ser wê aliyê din ê ku Mazlum li ser dimeşiya û diçû dikanê tune bûn û dibêje; “Lê polîsan berikek a bombeya çavsoj li serê zarokê biçûk xistin. Piştî 8 rojan, Mazlûm di 5’ê tebaxê de de ji ber birîna xwe mir û bi vî awayî li gorî rêxistinên mafê mirovan ên Tirkiyeyê, bû 501’emîn zarokê ku ji sala 1998’ê ve ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat kuştin.”

Tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

Yek ji aktîvîstên Komeleya Mafê Mirovan Osman Kara, li Edeneyê ji Guardianê re diaxive û dibêje ku hukûmet di xwepêşanandan de hêzek zêde li hemberî sivîlan bi kar tîne. Karak wiha didomîne; “Tu sedemek tune ye ku zarokek 11 salî tenê ji ber ku di kolanê de dimeşe were kuştin” û wiha lê zêde dike; "Heta roja îro, heta niha tu lêpirsîneke cidî der barê van kuştinên zarokan de nehatiye destpêkirin. Sedemek din jî heye ku (hêzên polîs û çekdarên artêşê) bê ku bitirsin hêzek ewqas zêde bi kar tînin. "

Rayedaran tu daxuyanî nedan

Rojnameyê nivîsand ku girseyek qelebalix beşdarî merasima cenazeyê Mazlum bû û malbata Mazlum xwe amade dike ku doz li polîsan vebike û wiha didomîne; “Ne tu rayedarên hukûmetê û en jî emniyeta polîsan a Edeneyê der barê mijarê de tu daxuyaniyek nedan raya giştî. Malbatê got ku dema Mazlum nû gihişt nexweşxaneyê, bijîşk ji rewşa wî bi hêvî bûn.” Dayîka Mazlum Ayşe Akay dibêje; “Lê wê şevê vereşiya, xwîn verşiya” û wiha berdewam dike; “Serê sibê, piştî ku careke din kontrol kirin, hat dîtin ku xwîna mejiyê wî der bûye. Lê bi kurtî, piştî vê Mazlum ket komayê.” Rojname diyar dike; “Sê kur û çar keçên wê yên din hene” û dayîka Mazlum dibêje; “Çima wiha li kurê min biçûk kirin? Ma wî çi tişta xelet kiribû!"

Polîsan xwest çavê malbatê bitirsînin

Rojnameya Înglîz Guardian dinivîse ku malbata Mazlum daye diyarkirin ku polîs hatine mala wan û xwestine çavê wan bitirsîne û wiha cih dide agahiyên bavê Mazlum, Mustafa Akay; "Wana gotin ku ew ne ji ber derbeya mezin wisa bûye. Wana îdîa kir ku ew di encama kevirek de birîndar bûye.” Rojname bi bîr xist ku bi rastî jî nexweşxaneyê piştrast kiriye ku Mazlum bi guleyê birîndar bûye û qalikê berika bombeya çavsoj li cihê bûyerê hatiye dîtin.

Polîsan dest danî ser rapora bijîşk

Bav Akayê 62 salî dibêje; “Polîsan dest danîn ser rapora orjînal a bijîşkan û wiha didomîne; “Lê min beriya wê fotokopiyek wê dabû çêkirin, ji ber ku em dizanin ku polîs her tim raporan ji bijîşkan digirin.”

Rojnameya Îngilîz helwesta çapemeniya Tirk a li hemberî bûyerê jî rexne dike û dibêje; “Çapemeniya Tirk bi awayeke pir kêm behsa nearamiyên li taxa Kurdan dike.” Lê serokê rêxistina navçeyê ya BDP’ya ku piraniya wê Kurd e Durmaz Ozmen bal dikişîne ku dê mirina Mazlûm Akayê 11 salî zêdetir bibe sedema nerazîbûnan û hêrsê û dibêje: “Di rêjeyek bilind de hêvî şkestine, her çendî çapemeniya Tirk behsa rewşa Mazlûm Akay neke jî, lê dê gelê vê derê her tim Mazlûm bi bîr bîne” û wiha didomîne; “Hukûmeta Tirk di mijara Kurdan û pirsgirêka Kurd de paş ve diçe. Ew dibêjin ‘Em li Sûriyeyê azadî dixwazin’. Ma ne divê tu beriya her tiştê şûjina di çavên xwe de bibînî û paşê li derziya di çavên xelkê de binêrî?"

Kuştina zarokan piştî Mazlûm jî berdewam kir

Lê di rastiyê de Mazlûm ne yê yekem, ne jî yê dawî bû. Komîsyona Mafê Zarokan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di daxuyaniya di meha hezîranê de aşkere kir ku di 24 salan de 552 zarok ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Di serdana rejîma AKP’ê de jî herî kêm 171 zarokên Kurd haitn qetilkirin. Kuştina zarokan piştî Mazlûm jî berdewam kir.

Seray tenê heşt salî bû

Tenê rojek piştî merasima cenazeyê Mazlûm a ku têde dirûşimên “Kujer Erdogan” û “Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan” hate gotin, li herêma Şenyayla ya Mûşê keça Seray Yavuz a 8 salî di encama teqîna cismek teqemenî yê artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Fûat bû qûrbanê hewanê

Rojek piştî wê, di 7’ê tebaxê de dor hat Fûat Sak. Sakê 18 salî di dema bi berika hewanê ya ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû avêtin, dileyîst, li gundê Yekmalê yê navçeya Qilaban a Şirnexê jiyana xwe ji dest da. Li kêleka vî gundî, gundê Roboskî yê ku tu carî ji bîra mirovan naçe û di encama bombebaranê de 34 zarok û ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan e.

Gulle li serê Veysel xistin

Heman rojê, saet di 5’ê de artêşa Tirk li ser sînor zarokek din qetil kir. Wêneyê ku hovîtiya kuştina Veysî Demîr ê 13 salî ku li gundê Sitiyakutê yê Ebexa Wanê li ser sînor ji aliyê leşkerên tirk ve pêk hat nîşan dide derket holê. Di wêne de hate dîtin ku Veysî Demir piştî li pey xwe hatiye kaşirin tev gomlekê xwe yê spî ê bi xwîn hatiye definkirin. Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ev wêne weşand.