Daxwaza 230 parêzeran a ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin

Daxwaza 230 parêzeran, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, bi hinceta 'hejmara parêzerên serlêdan kirine zêde ye' hat redkirin.

Daxwaza 230 parêzeran, ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, hat redkirin.

Dozgeriyê di biryara xwe ya redkirinê de got, "Ji ber ku girtîgeha hikumxwar lê ye Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F ya Girava Îmraliyê ye, ji ber şertê hewayê û ragihandin û ji ber hejmara zêde ya kesên dixwazin hevdîtinê bikin, ev daxwaza hevdîtinê hatiye redkirin."

Ji bo daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan Rêzan Sarica, Cengîz Çîçek, Emran Emekçî, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî, Ebrû Gunay û Îbrahîm Bîlmez a ji bo roja Înê, dozgeriyê hînê bersiv nedaye.