Davûtoglû: Agirbest ji bo me derbas nabe
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, têkildarî agirbesta li Sûriyeyê ku Rûsya û DYA li ser li hev kirine got, "Dema mijar ewlekariya Tirkiyeyê be, ev agirbest ji bo me derbas nabe."
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, têkildarî agirbesta li Sûriyeyê ku Rûsya û DYA li ser li hev kirine got, "Dema mijar ewlekariya Tirkiyeyê be, ev agirbest ji bo me derbas nabe."
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di merasîma gong û îmze ya hevkariya Borsa Îstanbûl-Borsa Konya ya li bajarê Konyayê de axivî û careke din gef li YPG'ê xwar.
Davûtoglû serokwezîrê Tirk, ji bo YPG a ku bi şerê xwe yê li dijî dijminê mirovahiyê li qada navneteweyî rewa bûye, dîsa got, 'rêxistina terorê' û wiha axivî: "YPG ji bo me mîna El Nûsra û DAIŞ'ê rêxistina terorê ye. Ev agirbesteke eleqeya xwe bi hundirê Sûriyeyê heye. Dema mijar ewlekariya Tirkiyeyê be, em ê ji kesî nepirsin û tedbîra pêwîst bigirin. Bila nebêjin 'vaye agirbest bûye, Tirkiye tiştekî bi me nake'. Eger YPG û welatên li pişt, Tirkiyeyê aciz bikin, em ê bersiva pêwîst bidin. Dema mijar ewlekariya Tirkiyeyê be, ev agirbest ji bo me derbas nabe."