Dadgeha nûçegihan Taşkin sibe ye

Dadgeha pêşî ya nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin sibe wê çêbibe.

Taşkin 20’ê Kanûna 2017’an li Mûşê bi hinceta ku li ser dane hate desteserkirin û piştî 4 rojan bi şertê "kontrola edlî" hatibû berdan. Li ser nerazîbûna dozger 22’yê Çile dîsa hete desteserkirin û bi îdîaya ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin.

Doza pêşî ya Taşkin sibe li Dadgeha Cezayê Giran ê 2’yan a Mûşê wê were dîtin. Taşkin bi îdîya ku "propagandaya rêxistinê" kiriye û "endama rêxistinê" ye tê darizandin.

‘ARMANCA KRÎMÎNALÎZEKIRINA POLÎTÎKAYA WEŞANÊ YA AJANSA MEZOPOTAMYAYÊ YE’

Parêzerê Taşkin Çagın Kalelî got di dosyayê ti delîlên ku nîşan didin Taşkin "endama rêxistinê" ye û "propagandaya rêxistinê" kiriye nîn in û armanc ji vê dozê krîmînalîzekirina politikaya weşanê ya Ajansa Mezopotamyayê ye.