8’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind a Tirk, di nirxandina daxwaznameya parêzerek a ji bo agahiyan der barê tendurîstiya Ocalan de werbigire şandibû de karnîna gotina “Birêz Ocalan” di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 1’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Elbîstanê der barê parêzerê ku xwest agahiyan der barê tenduristya Ocalan de werbigire, doz vekir û bi hincetên “Pesnê suc û sucdar daye” ceza lê birî. Ceza ji aliyê 8’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hate betalkirin.
Di biryara daîreyê de hat diyarkirin ku sererastkirinên di madeya 9’emîn a ol, bawerî û azadî, madeya 10’emîn a azadiya ramanê, madeya 11’emîn a azadiya rêxisitnbûnê yên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê (PMME) bi bîr xist û diyar kir ku li rejîmên demokratîk tên pêkanîn û bi xweşbînî tên pêşwazîkirin.