Çûyîna parêzeran ya Îmraliyê dîsan hate asteng kirin

Çûyîna parêzeran ya Îmraliyê dîsan hate asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê dozgeriyê dîsa bi hinceta hêj keştî xirabe ye destûr neda parêzeran.

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2'emîn de didome. Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Rezan Sarica, Huseyîn Bogatekîn û Ayşe Aciniklî, ji bo hevdîtina xwe ya heftane bi muwekîlên xwe bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dozgeriyê jî dîsa bi hinceta keştî hêj xirabe ye serlêdana parêzeran red kir.

Serledanên parezêrên Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin ji dîroka 27 tîrmehê sala 2011 heta niha bi hinceta, "Keştî xirabeye", "Rewşa hewayê nebaşe", "Keştî di tehmîrê de ye" û "Evrak kêmin" tê astengkirin.