Wezîra Karê Derve ya DYA’yê Hillary Clinton di serdana xwe ya Tirkiyeyê de got, “Pêwîste Sûriye ji bo PKK’ê nebe cihek yê perestgehê.”
Clintona ku li Stenbolê bi hempîşeyê xwe Ahmet Davûtoglû re civînek ya çapemeniyê darxist û got, di vê mijarê de em fikarên Tirkiyeyê parve dikin û got, pêwîste ne niha ne jî piştî rejima Serok Beşar El Esad Sûriye ji PKK’ê re “Nebe cihekî perestgehê”.
Her wiha Clinton aşkera kir ku, ew bifikarin PKK û El Qaîde di rasteka “ajandayên xwe de” avantajê qezenc bikin.
Di daxuyaniya hevpar ya dayîn de hate gotin ku; “Em piştgiriyê didin tekoşîna Tirkiyeyê ya bi PKK’ê re. Em naxwazin PKK li Sûriyeyê bicih bibe. Tirkiye li herêmê di rewşa rêber de ye. Em zehmetiyan dizanin, pêwîste em plana B ama de bikin. Em li ser hemû senaryoyên di derbarê Sûriyeyê de axivîn. Li dijî PKK’ê em li cem Tirkiyeyê ne. Em piştgiriya didin Tirkiyeyê didomînin.”