Ciwanên Kurd li Stokholmê di mîhrîcanê de hatin cem hev

Ciwanên Kurd li Stokholmê di mîhrîcanê de hatin cem hev

Li paytexta Swêd Stockholmê, 3’yemîn Mihrîcana Spor û Çandê ya Şîrîn Elemhûlî ya li Îskandinavyayê hat lidarxistin. Bi sedan ciwan tevlî mîhrîcanê bûn û serkeftina li Rojavayê Kurdistanê ku kurdan dest danîn ser rêveberiyan silav kirin û banga têkoşînê kirin.

Mîhrîcan bi dirûşima ‘Azadiya Rêberê me, Azadiya me ye’ pêk hat û ligel Swêdê ji Norweç, Danîmarka û Fînlandiyayê bi sedan ciwan tevil bûn.

Mîhrîcan li tesîsa sporê ya taxa Varberg a Stockholmê bi coşek mezin pêk hat. Serokê Navenda Elewiyan a Goteborgê Hacî Alî jî di navde nûnerên gelên din û kêmaran amade bûn.

Mîhrîcan bi axaftina siyasetmedarên kurd Adem Uzun dest pê kir. Uzun ciwan û malbatên tevli bibûn silav kir û bal kişand ser zextên li ser gelê kur û bi awayekî tund şermezar kir. Uzun wiha pê de çû: “Ez saleke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîda giran de ye. Di şexsê Ocalan de li kurdan tecrîdê pêk tîne. Gelê kurd vê yekê tu carî qebûl nake û dê xwedî li Rêberê xwe derkeve. Li Rojavahiyê Kurdistanê li gelek bajaran Kurdan dest danîn ser rêveberiyan. Gelê kurd li her derê meşaleya azadiyê pêxist. Kurd li her cihî bûne yek û têkoşîna xwe bilind dikin. Kurd dê bi ser bikevin.”

Piştî axaftina Uzun mîhrîcan bi musabakayên futbolê berdewam kir. gelek tîm di musabakayan de cih digire. Tîma Newroz ya Stockholmê di mîhrîcanê de bû yekemîn.

Piştî pêşbaziyan, Beytocan, Prshang Twana, Koma Kelasîn û Hîphop Rezan derketin ser dikê. Di dawiya mîhrîcanê de Ciwan Haco derket ser dîkê. Ciwan Haco jî beriya stranan axaftinan kir û berxwedana gelê kurd a çar parçeyên Kurdistanê silav kir. Haco bal kişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Amed ya me ye. Hewlêr ya me ye, Mehabad ya me ye û Qamişlo ya me ye. Hemû gelê li ser van axan dijî divê di nav aştiyê de bijîn.”

Haco bi stranên xwe ciwan çoşand û heta derengiya şevê mîhrîcanê berdewam kir.