Komek ji ciwanên Kurd li bajarê Marsîlya yê Franseyê bi boneya protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan keştiyek dagir kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, nêzî 20 ciwanên Kurd li girava Frîoul a bajarê Marsîlyayê saet di 18.00 de keştiya rêwiyan dagir kirin. Ciwanan keştiyê bi posterên Ocalan, alên KCK û PKK’ê xemilandin û dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re gotin. Nêzî 60 rêwiyên ji Korsîkayê piştgirî dan çalakiya Kurdan.
Ciwanan dan zanîn ku wana vê çalakiya xwe ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û û bi boneya piştgirî bidin çalakiya Nobeta Azadiyê ya bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî” li Strasbourgê hatiye destpêkirin, li dar xistine. Her wiha, ciwanên Kurd berxwedana gerîlayan a li Colemêrgê û têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê jî silav kirin.
Keştî gihişt lêmana Vieux-Port, lê polîsên Frensî dest li çalakiyê wernedan. Ciwan piştî ji keştiyê peya bûn tevî al û posterên di destê wan de beşdarî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê ya li Qada Canabiereyê hat lidarxistin bûn.
Nêzî 200 kes beşdarî pîrozbahiya li Qada Canabiereyê hate lidarxistin bûn. Navenda Çandê ya Elewiyan a Marsîlyayê jî beşdarî çalakiya ji aliyê ciwanên Kurd ve hatibû lidarxistin. Kurdistaniyan, heta saet 21.00’ê li ber stranên hunermendên Tev-Çandê Rênas û Koma Raperîn Govend gerandin.