Ciwanên kurd li ketina Strasbourugê hatin astengkirin

Ciwanên kurd li ketina Strasbourugê hatin astengkirin

Bi wesîleya salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg a Fransayê tevgera ciwanan a kurd meşek organîze kir û ciwanên ku ji Parîsê rê ketin, li nêzî Strasbourgê ji aliyê polîsên Frensî ve hatin rawestandin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ciwanên ku di derengiya şevê de ji Parîsê derketin saet li dora 07.30’an de 20 kîlometre nêzî Strasbourgê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.

Ji ciwanan yekê agahî da ANF’ê û wiha got: “Polîs dixwaze lêgerîn li ser me pêk bîne û şûnde vegerîne. Lê niha ciwan li ber xwe didin. Li dijî lêgerînê derdikevin.” Bendewarî didome.