Ciwanên Kurd li Fînlandiyayê Bûrsasporê protesto kir

Ciwanên Kurd li Fînlandiyayê Bûrsasporê protesto kir

Roja 2 tebaxê de tîpa fûtbolê ya Tirkiye Bursaspor ji bo bê hemerî tîma Fînlandiyayî KuPS (Kopjo Kuks) hat Fîlandiyayê. Berî ku maç dest pê bike, ciwanên Kurd pêşîya otubusa lîstikvanên tîma Bursaspor girtin û plankarta "me roja 3.6.2010 ji bîr nekirîye" nîşanî wan dan û nerazîbûn nîşanî êrîşên li ser Diyarbakirsporê dan.

Di maçê de bi sedan faşîstên Tirk hebûn, ciwanên Kurd jî xwe gihandin wir û dirûşimên "Diyarbakir, tohildan" û "Bijî Kurdistan" qêriyan.

Hêjayê gotinê ye ku ev silogan bûn sedema alozî û têkçûyîna faşîstên Tirk û wan ji polîsan xwest ku ciwanên Kurd li stadîyomê derxînin. Polîsên Fînlandî jî ji ciwanan xwestin ku siloganên Kurdî nebêjin û alên Kurdî bilind nekin, ji ber ku Tirk bi silogan û alên we hesas in. Ciwanan bersiv da polîs û gotin ku spor exlaqekî xwe yê taybet heye, li welatek ku teror û faşîstî heye, nikare exlaqê werzişî hebe û em jî dê şermezar dikin.

Her wiha ciwanan bi rojnameyek Fînî bi navê Savon Sanomat re axivîn û sedema xwe yê protestoyê wisa anîn ziman: "Di 3.6.2010 gava ku taxima Diyabekirspor diçe Bûrsa, alîgirên taxima Bûrsaspor bi sîyasetek faşîstî pêşwazîya taxima Kurdan dikin û bêrêzîyê li hemberî wan dikin, em ciwanên Kurd jî îro ji bo pêşwazîyan wan bi şêwazekî protestoyî û şoreşgerî hatine vir û peyama me ew e ku em tu caran wê yekê ji bîr nakin."

Her çend ala Kurdan qedexe be jî, dîsan ciwanên Kurd posterên Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK hildan û ev jî bû sedema nerazîbûna Tirkan û kirin qerebalix, polîs jî ala ji ciwanan girtin.

Di dawîyê de polîsan ji ciwanan xwestin ku ji ber ku pirsgrêk di nava Faşîst û Kurdan dernekeve, ciwan dive di bin çavdêrîya polîsan de ji wir derkevin û mafê siloganan tune ye. Ciwan jî bi ruyek kenî û moralekî baş gava ku li stadîyom derketin tilîyên xwe yên sembolê serkeftinê nîşanî temaşavanan dan, temaşavanên Fînî jî bi nîşaneya piştîvanîya Kurdan gotin "Kurdistan", lê faşîstan ku nekarîn xwe bigrin ji ciwanan gef xwarin.

Ciwanên Kurd jî bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Em Ciwanên Apocî li her der hene", "Em Dîyarbakirspor tu caran ji bîr nakin" û "Em Kî ne? Apocî ne!" ji stadîyom derketin.