BI DÎMEN

Ciwanên Kurd li çar bajarên Ewropayê çalakî pêk anîn

Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên AKP'ê, çalakiyên dagirkirinê pêk anîn.

Ciwanan li Elmanya û Fransayê avahiyên radyo, partiyên siyasî û rêxistinan dagir kirin û daxwazên xwe ji wan re ragihandin.

STÛTTGART

Ciwanên Kurd li hemberî bêdengiya çapemeniya Elman a li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, çalakî lidar xistin. Ciwan duh êvarê ketin hundirê avahiya radyoya 107.7 a li Stûttgartê û xwestin beşdarî weşana zindî bibin, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê. Radyoyê soza weşandinê da û bi sê ciwanan re hevpeyvîn kir. Di vê navberê de bi dehan polîs ketin hundirê avahiyê û dor li ciwanan girtin.

HAMBÛRG

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî ciwanên Kurd avahiya Der Spîegel dagir kirin. Ciwanan bêdengiya çapemeniya Elman li pêşberî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, protesto kirin. Bi qasî 30 ciwanên ketin hundirê avahiyê xwestin bi rayedaran re hevdîtinê bikin. Daxwaza ciwanan hat qebûlkirin û ciwanên Kurd di vê hevdîtinê de xwestin çapemeniya Elman wehşeta li Kurdistanê tê kirin bibîne. Dosyayek li ser rewşê ji rayedaran re hat pêşkêşkirin û soza hevpeyvîna bi ciwanan re hat dayîn. Ciwanan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Erdogan", "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" çalakiya xwe qedandin.

HEÎLBRONN

Ciwanên Kurd ên li bajarê Elmanya Heîlbronnê dijîn, ji bo peymana navbera Erdogan-Merkelê şermezar bikin, avahiya CDU-Yekîtiya Demokrat a Xiristiyanan dagir kirin. Bi qasî 20 ciwan danê êvarê saet di 17:00 de li hev civiyan û ketin hundirê avahiya CDU ya li bajêr. Ciwanan dirûşma "Merkel fînanse dike, Erdogan bombe dike" qîriyan û piştî ku daxwazên xwe ji rayedarên CDU re ragihandin, dawî li çalakiya xwe anîn.

PARÎS

Ciwanên Kurdistanî li paytexta Fransa Parîsê ketin hundirê navenda Rêxistina Doktorên Sînornenas û ji wan xwestin ku heyetek ji doktoran bişînin Girava Îmraliyê. Di encama çalakiya saetekê de rayedaran adxwza hevdîtinê ya ciwanên Kurd qebûl kirin û ciwanan ji rayedaran xwestin ku ew ji tenduristiya Ocalan bi fikar in, lewma xwestin heyete ji Îmraliyê er were şandin. Her wiha daxwaz kirin ku heyetekê bişînin bajarên Bakurê Kurdistanê yên AKP'ê li wan deran komkujî kiriye. Rayedaran diyar kirin, ji bo bicihanîna van daxwazan çi ji destê wan bê ew ê bikin û ji bo roja Sêşemê randevûyek da ciwanan.

...