Ciwanê Kurd bi boneya bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li ber avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya li bajarê Franse Strabourgê li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin.
Ciwanên Kurd ên ku ji bi başûrê Almanyayê, bajarên Basel û Zurîh ên Swîsre û pateyxta Franse Parîsê hatin, li ber CPT’ya girêdayî Konseya Ewropayê ye (KE) li hev civiyan.
Ciwanên Kurd bi boneya protestokirina yekemîn salvegera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li ber avahiya CPT’yê çalakiyek rûniştinê li dar xistin. Ciwana di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re gotin û di çalakiyê de posterên Ocalan û alên KCK, PKK û neteweyî yên Kurdan hilgirtin.
Çalakiya nêzî 250 ciwanên Kurd saet di 12.00 de dest pê kir. Gelek polîs an li derdora avahiyên Konseya Ewropa û CPT’yê tedbîr girtine. Polîsên Frensî îro danê sibê hatina ciwanên Kurd ên ji Parîsê asteng kirin, lê piştî ku ciwanan rêya mezin girtin, polîsan destûr dan ku ciwanên Kurd derbas bibin.
Di dema çalakiyê de heyetek ji ciwanan ji bo hevdîtin bi rayedarên Konseya Ewropayê re pêk bînin, çûn hundir. Çalakiya ciwanan dê heta saet di 17.00 de berdewam bike.
LI STOCKHOLMÊ ÇALAKIYA DAGIRKIRINÊ
Ji aliyeke din ve, komek ji ciwanên Kurd li paytexta Swêd Stockholmê bi boneya tecrîd û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan protesto bikin avahiya rojnameya bi nave Dagensnyheterê dagir kirin.
LI DARMSTATTÊ ÇALAKIYA JINAN
Komek jinên Kurd li bajarê Darmstattê komek ji jinên Kurd, çûn partiya SPD’ê û ji wana xwest ku li hemberî rewşa Ocalan bihîstiyar bin. Çalakiya jinên Kurd piştî hevdîtinê bi dirûşiman bi dawî bû