Xemsariya CPT a li pêşberî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û barbariya AKP'ê ya li Kurdistanê, ji aliyê ciwanên Kurd ve tê şermezarkirin. Ciwanan bi vê armancê avahiya CPT dagir kirine.
Çalakî ji aliyê 50-60 ciwanan ve di nava dorpêçiya polîsan de tê lidarxistin. Li dijî vê dorpêçiyê ciwanan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Berxwedan Jiyan e" û "Çeteya AKP'ê ji Kurdistanê bicehime" qîriyan û li hundirê avahiya sirûda "Çerxa Şoreşê" gotin.
CIWANAN BANG LI GELÊ KURD KIRIN
Ciwanên ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin, bang li gelê Kurd kirin ku li pêşiya avahiya CPT bicive.