Ciwanên Kurd li Amsterdam û Baselê çapemeniyê dagir kirin

Ciwanên Kurd li Amsterdam û Baselê çapemeniyê dagir kirin

Ciwanên Kurd bi boneya bale bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Holanda Amsterdamê û bajarê Swîsre Baselê avahiyên çapemeniyê dagir kirin.

Ciwanên Kurd li Amsterdamê avahiya televîzyona SBS 6 dagir kirin û di heman demê de bêdengiya çapemeniya ya li hemberî tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. Nêzî 20 ciwanên Kurd dirûşimên dilsoziya bi Ocalan re gotin. Çalakî berdewam dike.

Nêzî 15 ciwanên Kurd li bajarê Swîsre Baselê avahiya rojnameya 20 Minuten dagir kirin. Ciwanên Kurd bi posterên Ocalan û alên KCK-PKK’ê yên di destên wan de bûn ve ketin hundirê avahiyê.

Yek ji çalakgeran ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku wana xwestiye bêdengiya li hemberî Ocalan protesto bikin. Ciwanan dan zanîn ku ew ji rewşa Ocalan bi guman û ji rayedarên televîzyonê dixwazin bihîstyar bin. Çalakiya ciwanan didome.

Rojnameyê bi du ciwana re hevpeyvîn kirin û polîsan ciwanên din derxisitn derve.