Ciwanê bi navê Kerem Îmrak di 17’ê Kanûnê saetên êvarê de li Taxa Yakûplûya herêma Beylîkduzu yê ji aliyê hin kesên ku xwe weke polîs dan naskirin ve hate revandin û rastî êşkenceyê hat.
Kerem Îmrak ku ev 20 sal in li Stenbolê dijî û di karên weke tekstîl û tersaneyan de dixebite, di sala 2011'an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û 3 salan di girtîgehê de ma. Îmrak ku piştre hat berdan, di sala 2015’an de li Mûşê careke din bihinceta "endamtiya rêxistinê" hate girtin û di sala 2019’an de hat tehliyekirin.
Îmrak bûyera revandinê ji ANF'ê re wiha got: ‘’Wesayîteke spî pêşiya min girt û 2 kesên bi cil û bergên sivîl ji wesayîtê daketin. Kontrola nasnameyê kirin. Piştî ku min nasnameya xwe da wan, ji min re gotin ‘di sala 2017’an de dosyayek li ser navê te hatiye vekirin. Divê tu îfadeyê bidî’ û ez li wesayitê siwar kirim. Di wesayitê de telefon, cizdan û çenteyê min ji min standin. Çawa ku telefona min ji min standin, girtin û ez ber bi cihekî nediyar ve birim.
PIŞTÎ TEKLÎFA SÎXURIYÊ ÊŞKENCE DESTPÊ KIR
Ciwanê hatî revandin diyar kir ku piştî êşkenceyê teklîfa sîxuriyê û pere jê re hatiye kirin û û ev yek anî ziman: "Piştî lêxistinê, ji min re gotin niha biaxive. Ger tu biaxivî, em dê bi hev re kar bikin. Gotin em dê meaş bidin te û em dê alîkariya te bikin. Piştre yek ji wan kesan hewl da tiliya min bişkîne. Piştî pirsên wan bersivên ku wan dixwestin nedîtin, êşkenceyê berdewam kir û diyar kir ku di kêliya êşkenceyê de jî jê xwestine ku ew bibe sîxurê wan û anî ziman ku êşkenceya zayendî jî li wî kirine. Bi vîdeyoyan gef li ciwanê hatî revandin xwarine.
DEST DANÎN LI SER TIŞTÊN MIN Û GEFÊN KUŞTINÊ LI MIN XWARIN
Îmrak, anî ziman ku bi saetan êşkence lê hat kirin û piştre wan fêhm kir ku ew dê negihêjin daxwaza xwe, gef li wî xwarine ku ji bajêr derkeve û ev yek anîn ziman: "Piştî ku min ji wan re got ez ê bi tu awayî bi wan re sîxuriyê nekim, ji min re gotin, ‘nexwe tu yê ji vir derkevî, ez heya 18’ê mehê wext didim te ku tu ji Stenbolê derkevî. Em careke din te li Stenbolê nebînin. Eger em te li Stenbolê bibînin em dê te bikujin. Piştre cilên min li min kirin û bi erebeyê ez birim li ser rêyê û li wir hiştin. Telefon û cizdanê min dan min, lê belê çenteyê min ku tiştên min ên şexsî tê de bûn, nedan min. Piştî ku dûr ketin bi telefonê li xaltîka xwe geriyam û çûm mala wê û wê şevê li wir mam. Roja din min bi parêzerên xwe re rapora lêxistinê stand û min serlêdana sûc kir.
Parêzerê Kerem Îmrak anî ziman ku wan derbarê bûyera revandin û êşkenceyê de serlêdana sûc kiriye û got ku ew dê li ser vê bûyerê rawestin û kiryaran eşkere bikin.