Ciwanê Kurd li Şamê hat kuştin

Ciwanê Kurd li Şamê hat kuştin

Li paytexta Sûriye Şamê ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulhekîm Remezan gava ji mala xwe derdiket, li rastî êrîşa hêzên ewlekariya rejîma Esad û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin di 11’ê tebaxê ku ciwanê Kurd ê bi navê Ebdulhekîm Remezan ê li taxa Qedem a Şamê rûdinişti, gava ji male derdiket li rastî êrîşa çekdarî ya leşkerên rejîma Sûriyeyê hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Hate zanîn ku ciwanê Kurd Ebdulhekîm Remezan, di sala 1994’ê de li gundê Biyandor ê Tirbe Spiyê hatiye dine.