Ciwanê ku li Stenbolê broşur belav dikir rastî êrîşa çekdarî hat

Ciwanê ku li Stenbolê broşur belav dikir rastî êrîşa çekdarî hat

Ciwanê ku li Stenbol broşor belav dikir rastî êrîşa çekdarî hat û di encamê de yek giranî 3 kes birîndar bûn.

Buyer li Bakirkoy li ser cadeya Ebuzziya saet 06:30’an de pêk hat. Li gorî şahidên buyerê diyar kirine, ciwanê bi navê Serhat. F temenê wî 16 bû ku broşur belav dikir û di navbera wî û 2 ciwanên din de minaqeşe derket û piştre vegeriya şer. Navê kesê ku nehate zanîn çek li Serhat. F û kesê ku berevantî dikirin yên bi navê Remezan T.ku temenê wî 22 bû û Murad Ç.yê 21 salî bi çekê birîndar kir.

Ciwanên bi navê Remezan T û Murad Ç. rakirin nexweşxaneya Dr.Sadî ya perwerdê û lêkolînê û Serhat F. jî rakirin nexweşxaneyek taybet. Hat zanîn ku rewşa tendirûstiya Remezan T.  di xeterê de ye.

Hate zanîn ku ji bo girtina kesê êrîşkar polîs lêpirsîn daye destpêkirin.